SerekeSîyasî

Zext li ser karsazan: sêrvîsên taybet yên Rûsyayê hewil didin destwerdanê di hilbijartinên neteweyî yên Ermenîstanê de bikin

Sêrvîsên taybet yên Rûsyayê hewil didin ku destwerdanê di hilbijartinên giştî yên ku di meha hezîranê de li welatê me bên lidarxistin bikin.

Nûnerê hevpeymanîya “Çavdêrê serbixwe” Danîêl Îoanêsyan îdîa dike ku ew amûrên zextê li ser karsazên ermenî bikar tînin, wana neçar dikin ku bi deh hezaran hilbijêran kom bikin, bi pereyên xwe wan bibin Ermenîstanê û wana neçar bikin ku dengê xwe bidin hêza sîyasî ya ku ew dixwazin.

Hatîye zanîn ku komên taybetî ji bo dawîya gulanê û rojên pêşin yên hezîranê bi sedan otobûs rêzêrv kirine.

Sêrvîsa îstîxbarata Ermenîstanêye der jî xwedî rastîyan e.

Karmendên bicîhanîna qanûnê soz didin ku ew ê hişyar bin, her kiryareke cezakirî tespît bikin û ceza bikin.

Komîtêya dahata dewletê her wiha kontrola sînor li ser gerandina pereyan qewîn dike.

Zanayên sîyasî destnîşan dikin ku mêxanîzmeke wisa ya destwerdana eşkere li welatekî bîyanî ne tiştekî nû ye, lê ev cara yekem e ku ew hewil didin wê li welatê me bicîh bînin, ji ber ku ew bawer bûne ku îro li Ermenîstanê bertîldayîna hilbijêran ne mimkûn e.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button