H’emû nûçeSereke

Qalpaxê dêra ermenî ya ku ji Londonê hatîye kirîn û xebata grafîkî ya Arşîl Gorkî wê  rojên pêş de li Ermenîstanê bê nîşandayîn

Pelê derîyê darîn yê dêra ermenî ku sala 1188 a de hatîye çêkirin û neqişandin, ji alîyê hukumeta Ermenîstanê ve bi rêya mezadê hatîye bidestxistin û xebata grafîkî ya Arşîle Gorkî wê di demeke nêzîk de li mûzêya dîrokê ya Ermenîstanê bê nîşandayîn.

Li gorî  ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda wezîra Ermenîstanêye perwerde, zanistê, çandê û sportê Janna Andrêasyanê di rûniştina komîtêya zanistê û perwerdeyê ya Ermenîstanê de di dema  raberkirina raporta li ser pêşketin û encamên pêkanîna bernameya hukumetê ya Komara Ermenîstanê (salên 2021-2026) ji bo sala 2025 a  gotîye.

Wezîrê gotîye ku karê wan her wiha bidestxistin û vegerandina mal û milkên çandî yên ermenî bo Ermenîstanê jî dihewîne. Par, wana ji bo vê armancê  300 mîlyonî zêdetir dram veqetandîye.

Andrêasyanê gotîye: “Civaka me wê di demek nêzîk de bikaribe pelê derîyê darîn yê dêra ermenî ya serdema navîn ku ji alîyê dewletê ve hatîye stendin û her weha xebata grafîkî ya Arşîle Gorkî, ku wê li galerîyê û muzêya dîrokê bê pêşandan, bibîne”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button