Berhemeke taybetî heye ku karsazên Ermenîstanê û Adirbêcanê li ser wê danûstandinan dikin:Papoyan li ser hinardekirina bo Adirbêcanê

Jîyana stansîya Ermenîstanêye atomî wê here kêm 10 sala dirêj bibe, ji ber vê yekê, stansîya atomî ya ku dixebite wê di demeke navîn de jî berdewam bibe. Derheqa wê yekêda wezîrê aborîyê Gêvorg Papoyan, 18 ê adarê li parlamêntê hevpeyvîna bi “Armlur.am ê” re gotîye.
Derbarê avakirina stansîya atomî de, wezîr destnîşan kirîye ku ne tenê ji Dewletên Yekbûyî, lê di heman demê de ji Korêyayê, Fransîyayê, Amêrîkayê, Çînistanê û Rûsyayê jî pêşnîyar hene. “Em ê pêşnîyara ku herî zêde bi berjewendîya dewleta Komara Ermenîstanê re lihevhatî be hilbijêrin, ango encama çêtirîn bi bihayê herî kêm. Lê em ê ne bihayê herî kêm, lê encama çêtir ku em dikarin bi bihayê wekhev bistînin hilbijêrin. Di vî warî de, em bawer dikin ku ewlehîya ênêrjîyê û bi giştî serxwebûna ênêrjîyê yek ji stûnên aborîyê ye. Di derbarê veberhênanan de, bê guman wê veberhênanên nû hebin û ew ê bandora xwe ya aborî hebe, ku em jî bi erênî dinirxînin”,-ewî gotîye.
Dema ku ji Papoyan hatîye pirsîn ka Ermenîstan çi raberî Adirbêcanê dike, Adirbêcan dikare çi ji me bikire, ewî wiha bersiv daye: “Me pêşnîyar kirîye, niha berhemeke taybetî heye, ku li dora wê karsazîyên herdu alîyan ji xwe bi hev re danûstandinan dikin, niqaşan dikin”.
Derbarê wê yekê de ku xuya ye hukumet di van demên dawî de ji gavên xwe yên li dijî dêrê paşve gav avêtîye, wezîr gotîye: “Em bi rojeva xwe pêşve diçin, em bi gavên xwe pêşve diçin, em pêşînîyên xwe dizanin, ew roj wê bê ku Ktrîç Nêrsîsyan wê bi karê xwe ve mijûl bibe.Heger ez bêjim kengê, eleqe wê winda bibe û syûrprîz jî wê winda bibe”.







