
Dadwerê fêdêral yê amêrîkî Roys Lambêrt 17 ê adarê biryar daye ku divê rêveberîya amêrîkî xebata “Dengê Amerîka” yê ji nû ve dest pê bike.Ewî ferman daye ajansa medyaya cîhanî ya amêrîkî ku heta dawîya hefteya bê planeke ji bo ji nû ve destpêkirina weşanên VOA ê raber bike.
Li gorî beşa rûsî ya DW, USAGM fînansmana fêdêral ji bo medyaya weşanê birêve dibe ku agahdarîyê dide niştecîhên welatên ku azadîya çapemenîyê lê tune ye yan jî sînordar e.
Di biryara xwe de, Lambêrt tekez kirîye ku kongreya Dewletên Yekbûyî ji bo mîsyon û fînansmana USAGM şertên zelal destnîşan kirîye. Li gorî wan, divê xizmetên weşanê yên ajansê veguheztineke obyêktîv û pêbawer peyda bikin, ku “her herêma girîng ya cîhanê” vedihewîne.
Lambêrt berê biryar dabû ku tayînkirina pêşkêşvana têlêvîzyonê ya berê Karî Lêyk wek seroka USAGM neqanûnî ye. Ev biryar ji kar derxistinên girseyî yên ku Lêyk li “Dengê Amerîka” yê birêve dibir, betal dike. Ajans heta 23 ê adarê dem heye ku 1042 karmendên VOA ê yên ku ji dawîya sala 2025 a vir ve di betlaneya îdarî ya bi meaş de ne, vegerîne ser kar.
Adara sala 2025 a de, serokê Amêrîkayê Donald Tramp fermana kêmkirinên tûnd ji bo USAGM daye. Qesira Sipî “Dengê Amerîka” yê bi belavkirina “propagandaya radîkal” tawanbar kirîye û ragîhandîye ku bacgir “îdî pereyê wê nadin”.
Tenê mehek şûnda, dadwarê fêdêral Roys Lambert ferman daye rêveberîya Tramp ku “Dengê Amerîka” yê ji nû ve veke û fînansmana wê vegerîne û girtina radyoyê ji alîyê serok ve neqanûnî dîtîye.







