H’emû nûçeSereke

Ji ber şerê li Îranê aborîya Ermenîstanê çi zirarê dibîne? wezîr  zelal dike

Aborîya Ermenîstanê niha ji ber şerê li Îranê zirarê dibîne, heger pevçûn di demek nêzîk de bi dawî bibe, zîyan wê bi qasî ku pêkan be kêm bin.

Li gorî ragîhandina  “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî aborîyê Gêvorg Papoyan  di rûniştina komîtêya daîmî ya kar û barên aborî ya  Ermenîstanê, ku mijara rîskan niqaş kirine, gotîye.

Papoyan gotîye:”Van rojan em wan xetereyan dinirxînin. Em hêvî dikin ku ew ê demkurt be. Û em hêvî dikin ku hevkarê me yê stratêjîk û welatên dost, ku niha di pevçûnê de ne, wê pevçûna xwe biqedînin. Û di wê rewşê de, bi raya me, windahî wê bi qasî ku pêkan be biçûk bin. Bê guman niha windahî hene, nemaze di forma zêdebûna bihayên hin kelûpelan de.Ya ewlin, em hin xetereyên înflasîyonê dibînin. Ya duyemîn, Ermenîstan ji bo organîzasîyakirina hin hilberan jî madeyên xav werdigire, di vê rewşê de em dibînin ku dibe ku xetereyên înflasîyonê dîsa derkevin holê”.

Ermenîstan bi Îranê re danûstandineke bazirganî ya pir mezin heye-hawirdekirin, hinardekirin. Li gorî wezîr, rewşa heyî di demeke dirêj de bê guman bandoreke erênî li ser aborîya Ermenîstanê nake.

“Lê belê, heger em daxuyanîyên sîyasetmedarên asta bilind bişopînin, xuya dibe ku hêvî heye ku pevçûn di demek nêzîk de bi dawî bibe.Û em bawer dikin ku di wê rewşê de divê hêvîyên me yên neyînî pir zêde nebin”,-ewî destnîşan kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button