Komîsara Avropayê Marta Kos wê ji bo qewînkirina hevkarîya Yekîtîya Avropayê-Ermenîstanê serdana Ermenîstanê bike

Komîsara berfirehkirina Yekîtîya Avropayê Marta Kos wê rojên pêncşem û înîyê li Ermenistanê be da ku hevkarîya di navbera Yekîtîya Avropayê û Ermenîstanê de qewîn bike û girêdana herêmî pêş bixe. Komîsyona avropî ragîhandîye ku komîsar wê îro li Yêrêvanê rastî serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan bê. Gotûbêj wê li ser amadekarîyên ji bo civîna bilind ya Yekîtîya Avrrpayê û Ermenîstanê û her weha qewînkirina têkilîyên veguhastin, dîjîtal, ênêrjî û bazirganîyê li gorî rojeva girêdana Yekîtîya Avropayê bin. Ew ê her wiha rewşa herêmî û her weha berxwedana dêmokratîk ya Ermenîstanê niqaş bikin.
Kos wê rastî serokwezîrê Ermenîstanê Mihêr Grîgoryan bê da ku li ser pêşketina bernameya berxwedarî û mezinbûnê ya 270 mîlyon yûroyî ya Yekîtîya Avropayê ji bo Ermenîstanê niqaş bikin. Piştî civînê wê civîna çapemenîyê ya hevbeş bê lidarxistin.
Roja înîyê, komîsar Kos wê serdana pargîdanîyên ku ji hêla Yekîtîya Avropayê ve têne fînansekirin li Gumirîyê bike, ku piştgirîyê didin tevlêbûna civakî, mezinbûna aborîya herêmî û efirandina kar. Tenê sala 2024 a de, bernameyên Yekîtîya Avropayê piştgirî dane 7 000 karsazîyên ermenî û 20 000 kar efirandine.
Komîsar wê usa jî serdana bazara dîrokî ya Gumirîy bike, ku bi fînansmana Yekîtîya Avropayê tê rêstorekirin û her weha navendeke nûjenîyê ku jêhatîyên ciwanan di warê têknolojî û sêwiranê de pêş dixe. Kos wê li zanîngeha dewletê ya Şîrakê gotarekê raber bike. Piştre ew ê bi balyozên ciwan yên avropî û her weha nûnerên civaka sîvîl û rojnamevanên herêmî yên ku di projeyên ji hêla Yekîtîya Avropayê ve têne fînansekirin, beşdaran re bicive, da ku li ser xebata wan nerînên xwe biguherînin û rola wan di mîsogerkirina berxwedana dêmokratîk ya Ermenîstanê de niqaş bikin.







