Projeya dirêjkirina dema xebitandina stansîya Ermenîstanêye atomî heta sala 2036 a wê di çend rojan de dest pê bibe

Di çend rojan de, bernameya dirêjkirina dema xebitandina stansîya Ermenîstanêye atomî ji bo 10 salên din wê dest pê bibe.
Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda wezîrê rêveberîya herêmî û binesazîyê Davît Xûdatyan di civîna komîtêya daîmî ya karûbarên aborî ya Ermenîstanê di dema raberkirina raporta li ser pêşketin û encamên pêkanîna bernameya hukumetê ya Komara Ermenîstanê (salên 2021-2026 a) ji bo sala 2025 a gotîye.
Xûdatyan gotîye: “Bernameya yekem ji bo dirêjkirina temenê xebitandinê yê stansîya Ermenîsttanêye atomî de ye, heta sala 2026 a ( sala 2016 a de, temenê xebitandinê ya stansîya Ermenîstanêye atomî 10 sala hatîye dirêjkirin). Nav çend rojan de, bernameya duyemîn ya dirêjkirina temenê xebitandinê wê dest pê bike, ku tê vê wateyê ku temenê xebitandinê ya stansîya atomî 10 salên din bê dirêjkirin. Ji byûcêya dewletê 63,2 mîlyard dram deyn ji bo stansîya Ermenistanêye atomî hatîye dayîn”.
Di heman demê de, dewlet bi welat û hevaltîyên cuda re li ser avakirina yekîneyeke nû ya ênêrjîya atomî niqaşan didomîne. Hukumeta Ermenîstanê stansîya atomî hilbijartîye, ku cûrê wê modûlar e.Wezîr destnîşan kirîye ku “Em ê modêlê di sala heyî de yan jî di destpêka sala 2027 a de hilbijêrin, piştî wê em ê derbazî qonaxa din bibin”.







