Hevkarîya Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê kûr dibe: peymana fînansmanê ya salên 2025-2027 a hatine îmzekirin

Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê di warên cûre-cûre de, di nav de rêform, pêşkeftina aborî û girêdana herêmî, hevkarîyê kûr kirine.
Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda cîgirê serokwezîrê Ermenîstanê Mihêr Grîgoryan daxuyanîyên hevbeş de bi komîsara berfirehkirinê ya Yekîtîya Avropayê Marta Kosê ragîhandîye.
Cîgirê serokwezîr destnîşan kirîye ku serdana birêkûpêk ya komîsar Kosê bo Ermenîstanê şedetîya pêşveçûna çalek ya têkilîyên dualî dike.
“Nava 6 mehên borî de ev cara duyemîn e ku komîsar Kosê serdana xebatê li welatê me kirîye, ev şedetîke zindî ye ji bo hevkarîya berfireh ya di navbera Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê de”,-ewî gotîye.
Li gorî Grîgoryan, ev serdan ji ber ku ew berîya civîna bilind ya civaka sîyasî ya avropî û civîna bilind ya Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê ya li Yêrêvanê pêk tê, girîng e.
Ewî tekez kirîye ku alîyan li ser pêşketina rêformên ku di çarçoveya sozên ku di bin peymana hevkarîya berfireh û pêşkeftî de hatine girtin, hatine bicîhanîn, niqaş kirine.
Cîgirê serokwezîr ragîhandîye ku peymana fînansmanê ya ji bo salên 2025-2027 a bin plana “Berxwedan û gihîştinê” de hatîye îmzekirin.
Grîgoryan destnîşan kirîye ku “Me tedbîrên girîng danîne, nemaze di warên sereke yên cîhêrengkirina hinardekirinê, serbestberdana vîzayê û rêveberîya darayî ya giştî de”.
Ewî her wiha girîngîya pêşxistina girêdana herêmî tekez kirîye û destnîşan kirîye ku lihevkirinek hatîye kirin ku di çarçoveya înîsîyatîva “Xaçerêya aşîtîyê” ya hukumeta Ermenîstanê, rêya TRIPP û stratêjîya “Derîyên cîhanî” ya Yekîtîya Avrorpayê de xebatê berdewam bikin.
Grîgoryan zêde kirîye ku Yekîtîya Avropayê piştgirîya xwe ji bo beşdarbûna Ermenîstanê di korîdora veguhastinê ya Transkaspîyê de ji nû ve piştrast kirîye.
Grîgoryan gotîye: “Em spasîya xwe ji bo serokatîya Yekîtîya Avropayê ji bo hewildan û baldarîya ku ji bo zêdekirina berxwedana dêmokratîk li Ermenîstanê berîya hilbijartinên parlamêntîyê yên pêşerojê tê dayîn, dîyar dikin”.







