
Civîna aşîtîyê ya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de ku 8 ê tebaxa sala 2025 a de bi sponsorîya Amêrîkayê pêk hatîye, ji bo herdu welatan derfetek efirand ku peymana aşîtîyê ya mayînde îmze bikin û beşdarî qewînkirina aramîya herêmî bibin. Derheqa wê yekêda di raporta nirxandina gefên salane ya sala 2026 a ya civaka îstîxbaratê ya Amêrîkayê de hatîye destnîşankirin.
Tê destnîşankirin ku encamên civîna aşîtîyê lihevkirineke pêşin li ser şertên peymana aşîtîyê û bernameya “Nexşerêya Tramp ji bo aşîtî û refaha navneteweyî” (TRIPP) ya bi pêşengîya Amêrîkayê, ku wê Adirbêcanê bi navçeya Naxçêvanê ya li başûrê Ermenîstanê ve girêbide, vedihewîne û rê li ber herikîna bazirganîyê ji bo her du welatan û herêmê vedike.







