Qerebex her tim beşeke Adirbêcanê bûye û Ermenîstanê her tim ew yek qebûl kirîye, tenê rastî ji gel hatîye veşartin: Nîkol Paşînyan

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan dîyar kirîye ku Qerabax her tim beşeke Adirbêcanê bûye û Komara Ermenîstanê Qerabax wek beşeke Adirbêcanê nas kirîye, lê ev yek bi tenê ji gelê Ermenîstan û Qerabaxê hatîye veşartin.
Li gorî “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyan piştî civîna hukumetê di civîna rojnamevanan de gotîye.
“Du roj berê, serokê komîtêya pêşxistina bajaran hat û li ser vê mijarê raport da. Sala 2000 a de… nayê bîra min, 5-6, dibe ku 10, 15 yan jî her salekê, li Ermenîstanê pêvajoyeke pejirandina bernameya vegerandinê pêk hatîye û belge pêvekirî ne, belgeyên hukumeta Komara Ermenîstanê, ku sînorên rojhilatê Komara Ermenîstanê wek ku me di peymana aşîtîyê ya îmzekirî de tomar kirîye hatine destnîşankirin (behsa peymana aşîtîyê ya ku bi Adirbêcanê re li Waşîngtonê 8 ê tebaxa sala 2025 a de îmzekirî ye dike) û li rojhilatê wê, bi tîpên mezin, Adirbêcan tê gotin. Ew belgeyeke fermî ya hukumeta Komara Ermenîstanê ye. Ev pir eşkere ye. Pirsgirêka me çi ye ku di bingeh de, rastî ji gelê Ermenîstanê û Qerabaxê hatîye veşartin. Çima rastî hatîye veşartin, çima rastîya civîna Lîsabonê ya sala1996 a hatîye veşartin. Niha belge bi tevahî hatine weşandin. “Çima li ser wan belgeyan tu deng tune, ji ber ku her tişt hatîye weşandin û hemû rastî li ber gel hatîye danîn, lê ew rastî hîn jî cîh heye ku bê eşkerekirin…” pêş bixin, ji ber ku ew dîrok tenê li ser nehiştina Ermenîstanê bûye ku bibe dewleteke serbixwe. Û ew pêvajo ji hêla Lêvon Têr-Pêtrosyan, dû re Robêrt Koçaryan, dû re Sêrj Sargsyan ve hatîye rêvebirin û niha wana olîgarxên rûsî-bêlarûsî yên bi wan ve girêdayî anîne, ji ber ku fêm kirine ku karta wan hatîye dayîn”,- Paşînyan dîyar kirîye.







