Têkilîyên bi Ermenîstanê re di dema krîza Rojhilata Navîn de girîngtir bûne:Marta Kos

Komîsara berfirehkirina Yekîtîya Avropayê Marta Kosê dîyar kirîye ku li hember krîza li Rojhilata Navîn, têkilîyên bi Komara Ermenîstanê re û xebata ji bo pêkanîna aşîtîyê li Başûrê Kafkasîyayê hîn girîngtir bûne.
Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, Marta Kosê li ser mîkrobloga xwe ya X de nivîsîye, ku tê de behsa hevdîtina xwe ya bi serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyane 19 ê adarê kirîye.
Komîsara Yekîtîya Avropayê di posta xwe de tekez kirîye ku “Ermenîstan û Yekîtîya Avropayê qet ewqas nêzîktir nebûne. Di vê dema krîzê de li Rojhilata Navîn, têkilîyên me û xebata ji bo aşîtîyê li Başûrê Kafkasîyayê ji bo têkilîyên bazirganî û ênêrjîyê bi Asyayê re hîn girîngtir bûne”.
Ewî her wiha bi hûrgilî gotîye ku di hevdîtina bi serokwezîrê Ermenîstanê re, wana li ser çawanîya girêdana çêtir ya Başûrê Kafkasîyayê û anîna refah û aşîtîyeke mayînde bo herêmê nîqaş kirine.







