Ez girîngîyê didim mîsogerkirina mafên netewên kêmjimar ji bo parastina nasname, ol, ziman û çandê: parêzvana mafên mirovan bi boneya Newrozê pîrozbahî li civaka kurdên Ermenistanê kirîye

Parêzvana mafên mirovan Anahît Manasyanê bi boneya cejina Newrozê li civaka kurdên li Ermenistanê pîroz kirîye. Wek ku ji ofîsa parêzvanê mafên mirovan ya Komara Ermenîstanê hatîye ragîhandin, di peyama pîrozbahîyê de bi taybetî wiha hatîye gotin:
“Nûnerên hêja yên civaka kurde li Ermenistanê,
Ez bi germî cejina we ya Nowrozê, sersalê pîroz dikim.
Bila ev cejina xweşîk, ku sembola hişyarbûna biharê, destpêka jîyaneke nû ye, aşîtî, tenduristîyê û serfirazîyê bîne malbatên we.
Bila ev cejin û peyam di civaka me de bibe alîkar ku em hevgirtinê, pirrengîyê û rêzgirtina hevbeş qewîn bikin.
Ez girîngîyê didim mîsogerkirina mafên kesên ku endamê netewên kêmjimar in û kurdên ku li Ermenîstanê dijîn, ji bo parastina nasnameya xwe ya neteweyî û êtnîkî û parastin û pêşxistina kevneşopî, ol, ziman û çanda xwe.
Min gelek cara gotîye ku parastin û pêşvebirina mafên kesên ku endamê netewên kêmjimarin, yek ji warên sereke yên karê min e.
Vê çarçoveyê de, ez bi taybetî girîngîya yekkirina hemû hewildanên me ji bo qewînkirina rêzgirtina ji bo cîhêrengîyê, mîsogerkirina efirandina hawîrdorek bi tevahî wekhev tekez dikim. Newroz pîroz be”.







