Hêzên ku ji alîyê Koçaryan, Karapêtyan û Sarûkyan ve tên birêvebirin, berbi rêya vekirina derîyê şêr diçin:serokwezîr

Hêzên bi serokatîya Robêrt Koçaryan, Samvêl Karapêtyan û Gagîk Sarûkyan sîyaseta ji nû ve sererastkirina peymana aşîtîyê ya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de pejirandine, bi vî awayî ber bi vekirina derîyê şer ve diçin. Li gorî ragîhandina «Armenpress» ê, derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan peyama ku li ser rûpela xwe ya Facebook ê weşandîye ragîhandîye.
“Bi awayeke zelal hatîye tomar kirin ku hêzên bi serokatîya Koçaryan, Karapêtyan û Sarûkyan sîyaseteke ji nû ve sererastkirina aşîtîya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de pejirandine. Ev tê vê wateyê ku ew di rêya vekirina derîyê şer de ne”.
Paşînyan gotîye: “Van roja ev hêz behsa ji nû ve danûstandina aşîtîya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de dikin, behsa ji nû ve danûstandin û ferzkirina aşîtîyê dikin, tevî ferzkirina wê bi zorê jî. Ev bi awayekî zelal û bê guman ne tenê vekirina derîyê şer e, lê di heman demê de wê neçar dike”.
Serokwezîr her wiha tekez kirîye ku sererastkirina peymanên heyî dikare bibe sedema hilweşîna tevahî ya pêvajoya danûstandinan û gurbûneke nû.
“Ji ber vê yekê em dibêjin ku ev xaçerêya dîrokî ye. Aşîtî di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de hatîye damezrandin, me ew aşîtî ava kirîye, ev tê vê wateyê ku me derîyê şer bi tundî girtîye.”
Niha ew hêzên ku min behs kirin hewl didin wî derî vekin û ev bê guman gefeke kujer e ji bo ewlehîya Komara Ermenîstanê. Wekî din, dema ku behsa garantoran tê kirin, ji bo min û ji bo her çavdêrekî bêalî eşkere ye ku ev axaftin tenê derî vedike ji bo anîna hêzên aştîxwaz bo herêma me û welatê me.
Paşinyan tekez kirîye ku “Me hemûyan bi çavên xwe encamên çalakîyên hêzên aştîxwaz dîtine. Û hêzên ku dibêjin du caran bikevin heman çalê divê bi awayekî bê guman û bê guman bên redkirin”.
Serokwezîr her wiha gotîye ku aşîtîya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de bi bihayê windahîyên giran pêk hatîye û divê bi hêza xwe ve bê parastin, ne bi garantorên derve.
“Me bi bihayê windahîyên giran di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de aşîtî ava kirîye, lê em gihîştin qonaxeke dîrokî ya nû, dema ku me rojeva jîyanê bi rojeva pêşkeftinê guhart”.
Hemû kesên ku hewl didin derîyê nirxandina aşîtîyê vekin, bê guman me ji serdema pêşketinê ber bi qonaxa mayîndebûnê ve dibin. Dîroka me nîşan daye ku di rewşên weha de, em pir caran ne li welatê xwe, ne li dewleta xwe, lê li welatên bîyanî sax mane.
Ev ji sedema wê yekê ye ku nûnerên dewletên bîyanî bi rojeva nirxandina aşîtîyê derdikevin pêş. Ez guman nakim ku di hilbijartinên parlamêntîyê yên sala 2026 a de, gelê Komara Ermenîstanê wê ji bo aşîtîyê raweste. Ermenîstan wê ji bo aşîtîyê raweste ji ber ku ew aşîtîya ku wê efirandîye, aşîtîya ku bi bihayê bêparî, êş, windahî, ezmûn û şîrovekirina wê hatîye bidestxistin”,- Paşînyan axaftina xwe wiha bi dawî kirîye.







