SerekeSîyasî

Komîsara berfirehkirina Yekîtîya Avropayê Marta Kos ji «Radiolur» ê re axivîye: tenê herêma ewle bi rastî Ermenîstanê re derbaz dibe

Komîsara berfirehkirina Yekîtîya Avropayê Marta Kos bawer dike ku pêvajoya aşîtîyê ya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de ne tenê ji bo her du welatan, lê di heman demê de ji bo herêmê û tevahîya cîhanê jî girîng e, nemaze ji ber ku serokê Amerîkayê di vê pêvajoyê de beşdar e.

Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, komîsara berfirehkirina Yekîtîya Avropayê Marta Kosê  hevpeyvîna taybet de bi “Radiolur” re gotîye.

Kosê destnîşan kirîye ku “Bi rastî, dema ku min li Adirbêcanê bi serokkomar Alîyêv û bi serokwezîrê we, birêz Paşînyan re axivîme, herduyan jî gotine ku di rastîyê de aşîtî heye. Tenê pêdivî ye ku bi îmzeyekê fermî bibe. Ji ber vê yekê ez difikirim ku her tişt ber bi rêça rast ve diçe. Ya herî girîng ev e ku welatê we xwedî vîzyoneke zelal be ka ew dixwaze here kîderê û bêyî aşîtîyê ev yekê ne mimkûn bûya”.

Ewî zêde kirîye ku aşîtî ji bo avropyan jî derfetên nû anîye.

“Hûn zanin ku girêdanên di navbera Çînistanê û Avropayê de bi rêya Rûsyayê ji ber şerê li Ûkraînayê qut bûne. Niha em dibînin ku girêdanên bi rêya başûrê  behra Reş û Başûrê Kafkasîyayê ji ber şerê li dora Îranê ne mumkin in. Heger hûn niha li nexşeyê binêrin, cîhê ku firîn diçin, hûn ê bibînin ku tenê cîhê vala yan cîhê ewle bi rastî ji welatê we derbaz dibe. Û ev alîyê berfirehtir e. Ango, em dikarin di vê qada pir girîng de girêdanên bazirganî, ênêrjîyê, veguhastin û mirovan bi mirov vekin”,- dîplomata  avropî gotîye.

Komîsara Yekîtîya Avropayê mînaka damezrandina Yekîtîya Avropayê da û destnîşan kirîye ku welatên ku herî zêde şer kirine – Fransya û Almanya, Îtalya û sê welatên biçûk-biryar dane ku bi hev re bixebitin. Wana biryar daye ku li ser rojeva aborî bixebitin.

“Û ez niha li herêma we heman derfetan dibînim.Hûn zanin, ew di heman demê de li ser ênêrjîyê ye, ew di heman demê de li ser veguhastinê ye. Carina bi têkilîyên aborî aşîtîyeke mayînde bi dest xistin hêsantir e. Û her weha, peyameke pir girîng. Hûn zanin, min li welatê xwe şerek jîyaye. Ew ne dirêj bûye, lê ew şer bûye. Mirov dimirin. Dema ku hûn nizanin hûn ê bijîn dema ku balafir bên, dema ku gundê we bê bombebaran kirin, ev ne jîyan e. Ez naxwazim ku kes wê yekê bicêribîne. Û li vir ew e ev bi rastî beşdarîya serokên welatê we û Adirbêcanê ye, ku karîn van her du welatan bînin aşîtîyê. Ev gavek e, lê bê guman, aşîtîya domdar, ango herheyî (heger ez hinekî romantîk bêjim), tiştek e ku divê her welatîyê her du welatan li ser bixebitin”,- Kosê gotîye.

Di derbarê têkilîyên Ermenîstan-Yekîtmya  Avropayêde, dîplomata ewropî dîyar kirîye ku xala yekem ya girîng piştgirîkirina pêşveçûna aborîya Ermenîstanê ye.

Li gorî wê, Yekîtîya Avropayê piştgirîyê dide civaka sîvîl ya Ermenîstanê, ku li gorî wê, mêxanîzmeke çavdêrîyê ya pir girîng e û bêyî medyaya azad û serbixwe dêmokrasî çênabe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button