H’emû nûçeSereke

Serokwezîrê Ermenîstanê cejna Newrozê li civaka kurdên Ermenîstanê pîroz kirîye

Serokwezîr Nîkol Paşînyan  ji bo cejina Newrozê peyama pîrozbahîyê ji civaka kurd ya Ermenîstanê re şandîye.Wek ku “Armenpress” ji hukumeta  Ermenîstanê agahdar bûye, peyamê de bi taybetî wiha tê gotin:

“Nûnerên hêja yên civaka kurdên Komara Ermenîstanê,

Ez bi germî cejina sersalê, Newrozê li we pîroz dikim.

Bi boneya cejina ku sembola ji nû ve vejîna biharê ye, ez serkeftinên nû ji hemû kurdên ku li welatê me dijîn  dixwazim, yên ku wek beşeke girîng ya civaka me, tama bêhempa li jîyana civakî û çandî ya welêt zêde dikin.

Em bi serkeftin û destkeftîyên welatîyên kurd yên welatê xwe serbilind in û em pirsgirêkên heyî jî destnîşan dikin ku divê em bi xebata xwe ya efirîner  derbaz bikin.

Bawer bin ku dewlet bi pêşketina civakên netewên kêmjimar yên li Ermenîstanê dijîn eleqedar e û baldar e. Nûnerên civaka kurdê hêja, careke din vê cejna xweş li we pîroz dikim, ji bo malbatên we bereket û hevgirtinê û ji bo civaka we jî pêkanîna bernameyên pêşketinê yên nû dixwazim. Newroz pîroz be”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button