Dawîya sala 2025 a de, deynê Komara Ermenîstanêye dewletê gihîştîye nêzîkî 5.5 trîlyon dramî:wezîreta fînansa

Deynê Ermenîstanêye dewletê dawîya sala 2025 a de gihîştîye nêzîkî 5.5 trîlyon dramî (14.5 mîlyard dolar). Heman demê de, rêjeya wê ya li himberî berhema navxweyî di asteke birêvebirî de maye.Derheqa wê yekêda wezîrê fînanêsa Vahê Hovhannîsyan 23 ê adarê di dema raberkirina raporta li ser pêşketin û encamên pêkanîna bernameya hukumeta Ermenîstanê (salên 2021-2026 a) ya sala 2025 a de di civîna komîtêya daîmî ya parlamêntê ya li ser pirsgirêkên darayî de ragîhandîye.
Li gorî wî, rêjeya deynê giştî li gorî berhema navxweyî li gorî sala borî 0,7 xalan kêm bûye û gihîştîye 47,3 selefî û li jêr nîşana hedefa 50 selefî ya ku ji hêla qaîdeyên darayî yên Komara Ermenîstanê ve hatîye destnîşankirin maye.
Nûnerê hukumetê zelal kirye ku sala 2025 a de, fînansekirina kêmasîya byûcêya dewletê bi rêya deynkirina navxweyî gihîştîye 297 mîlyard dramî yan 67.7 selefî û fînansekirina kêmasîyê bi rêya deynkirina derveyî gihîştîye 142 mîlyard dramî yan jî nêzîkî 32.3 selefî.Dawîya sala 2025 a de, rêjeya deynê ku bi pereyê neteweyî hatîye îfadekirin gihîştîye 52.9 selefî, ku li gorî heman serdema sala borî 2.2 xalan zêde bûye.
Vahê Hovhannîsyan tekez kirîye ku amûreke nû ji bo nirxandina rêveberîya deynê giştî hatîye destnîşan kirin, ku rê dide analîzeke berfirehtir ya rîskan. Modêla nû dihêle ku wêneyeke bêkêmasîtir ya domdarîya deynê giştî bê bidestxistin.







