Pêvajoya serbestberdana vîzayê ya Yekîtîya Avropayê ji bo Ermenîstanê nisbeten zû pêş dikeve:cîgirê wezîrê karên der

Niha ji bo temamkirina pêvajoya serbestberdana vîzayê ya Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê tu demeke dîyarkirî tune ye, lê pêvajo bi lez û bez berdewam dibe.
Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda cîgirê wezîrê karên der Vahan Kostanyan di civîna komîtêya daîmî ya întêgrasîyona avropî ya Ermenîstanêda de ragîhandîye.
Parlamêntvanê ji fraksîya “Ermenîstan” ê Armên Gêvorgyan,pirsa gelo bernameyeke zelal heye ji bo dema ku pêvajoya serbestberdana vîzayê dikare bê temamkirin, anîye ziman û destnîşan kirîye ku ev mijar eleqeyeke berfireh ya raya giştî dikişîne. Kostanyan bersiv daye: “Niha ne mimkûn e ku demeke dîyarkirî ji bo serbestberdana vîzayê bê destnîşankirin. Me plana çalakîyê mijdara sala borî de wergirt û ez difikirim ku raporta pêşkeftinê ya yekem wê di nav 1-2 mehên pêş de bê weşandin”.
Li gorî wî, pêvajo ji bo Ermenîstanê, berevajî welatên din, bi nisbeten bilez pêşve diçe. Cîgirê wezîr her wiha tekez kirîye ku niha Ermenîstan tekane welate ku Yekîtîya Avropayê pê re pêvajoya serbestberdana vîzayê dimeşîne.
Kostanyan her wiha warên sereke yên ku Ermenîstan pêdivî ye ku tê de rêforman pêk bîne raber kirîye: sîyaseta koçberîyê, parastina mafên mirovan û danasîna pergaleke berfireh ya kontrolkirina sînor.
“Di çend mehên dawî de, me herî kêm hin meylên erênî ji gelek balyozxaneyên avropî dîtine, ku karmendên konsûlxaneyên xwe zêde kirine”,-ewî gotîye.
Kostanyan her wiha gotîye ku xebat ji bo dirêjkirina demên dayîna vîzayê tê kirin da ku welatî neçar nebin pir caran ji bo vîzaya nû serlêdana bikin. Li gorî wî, hin welatan dest bi dayîna vîzay ji bo demên dirêjtir kirine.
“Rêya din ya ku em ji bo hêsankirina vê pêvajoyê li ser dixebitin, vekirina konsûlxana li balyozxaneyên welatên endam yên Yekîtîya Avropayê li Ermenistanê ye. Welat hene ku nûnertîya dîplomatîk li Ermenîstanê hene lê xizmetên konsûlxaneyê raber nakin”.







