Berhemdarîya kedê li Ermenîstanê di heyşt salên dawî de du qat zêde bûye û gihîştîye nêzîkî 12 dolaran di sehetekê de:wezîr

Nava 30 salên borî de, hilberîna kedê li Ermenîstanê gihîştîye 5,6 dolar di sehetekê de. Lê belê, di heyşt salên borî de, ew tenê du qat zêde bûye û gihîştîye 11,7 dolarî.Derheqa wê yekêda wezîrê aboriyê Gêvorg Papoyan di civîna komîtêya daîmî ya kar û barên civakî ya parlamêntê de ragîhandîye.
Li gorî wî, heger sala 2017 a de qebareya hinardekirina kelûpelên bi esilê xwe ermenî gihîştibû 2 mîlyard dolarî, heta dawîya sala 2025 a, bêyî ji nû ve hinardekirina zêr, têlefonan, têlêvîzyonan ew 2,2 qat zêde bûye û gihîştîye 4,46 mîlyard dolarî. Papoyan destnîşan kirîye ku “Tenê di sala borî de, mezinbûn gihîştîye nêzîkî 400 mîlyon dolarî”.
Nûnerê hukumetê destnîşan kirîye ku sîyaseta dewletê di zêdekirina hilberînê de roleke girîng lîstiye.Ewî bi taybetî bernameya modêrnîzasyona aborî destnîşan kirîye, ku di çarçoveya wê de hevaltîyên hilberînê di çar salên borî de bi tevahî 1.5 mîlyard dolarî alavên nû kirîne.







