H’emû nûçeSereke

Ermenîstan wê 39 mîlyon yûro deyn werbigire:ewê ji bo avakirina navendekê ji bo çalakîyên aborîya bîyanî bên bikar anîn

Navendeke çalakîyên aborî yên bîyanî wê li Ermenîstanê bê damezrandin, ku wê fûnksîyonên sereke yên têkildarî opêrasîyonên hinardekirin û hawirdekirinê bi hev re bike yek. Derheqa wê yekêda serokê komîtêya dahata dewletê Êduard Hakobyan, di dema niqaşa pejirandina peymana alîkariyê ya di navbera Ermenîstanê û banka avropî ya nûavakirin û pêşvebirinê de li ser projeya “Navenda gumrikê û lojîstîkê ya Yêrêvanê” de di rûniştina  parlamêntêye 24 ê adarê de  ragîhandîye.

Tê plankirin ku proje bi rêya deynê 39 mîlyon yûro, bi beşdarîya banka avropî ya ji nû ve avakirin û geşepêdanê û her weha bi rêya veqetandinên ji byûcêya dewletê bê fînansekirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button