SerekeSîyasî

Mezlûm Ebdî sersaxîyê ji serok Barzanî û malbatên şehîdan re dixwaze

Mezlûm Ebdî hevxemîya xwe ji bo şehîdbûna hejmareke pêşmergên Kurdistanê li qezaya Soranê dîyar dike û sersaxîyê ji serok Barzanî, hemû rayedarên Herêmê û malbatên şehîdan re dixwaze.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrya Dêmokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî 24 ê adarê li ser hesabê xwe ya tora civakî ya X ê peyamek li ser şehîdbûna hejmareke pêşmergên Kurdistanê li qezaya Soranê belav kirîye.
Mezlûm Ebdî di peyama xwe de ragîhandîye: “Em xemgînîyê bi gelê kurd li Herêma Kurdistanê û hêzên pêşmerge re parve dikin, ji ber şehadeta lehengên wan”.
Navbirî di pareke din ya peyama xwe de jî gotîye: “Herwiha em sersaxîyê ji Serok Mesûd Barzanî, hemû rayedarên herêmê û malbatên şehîdan re dixwazin”.
Fermandarê Giştî yê HSD ê di dawîya peyama xwe de jî silametî ji birîndaran re xwestîye û gotîye: “Bi hêvîya şîfayê ji birîndaran re”.
Bingehên pêşmergan li qezaya Soranê 24 ê adarê di du êrîşên cuda de ji alîyê Komara Îranêye Îslamî ve bi mûşekên balîstîk hatine armanckirin û di encamê de şeş pêşmerge şehîd bûne û 30 pêşmergeyên din jî birîndar bûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button