Parûyr Hovhannîsyan li Netewên Yekbûyî wek koordînatorê danûstandinên navhukumî yên li ser pandemîyan hatîye kifşkirin

Nûnerê daîmî yê Komara Ermenîstanêye li Netewên Yekbûyî, balyoz Parûyr Hovhannîsyan ji alîyê serokê civata giştî ya Netewên Yekbûyî ve hatîye kivşkirin da ku pêvajoya danûstandinên navhukumî li ser daxuyanyeke sîyasî li ser pêşîlêgirtina pandemîyê, amadekarî û bersivdayînê hevrêz bike.Derheqa wê yekêda nûnertîya daîmî ya Ermenîstanê li Netewên Yekbûyî ve hatîye ragîhandin.
Ermenîstanê bi tundî piştgirî daye hewildanên navneteweyî yên ku armanc dikin hişyarîyê zêde bikin û berxwedanê qewîn bikin da ku bi rêya hevkarîya navneteweyî ya çalek bigihîjin armancên tenduristîyê.
Ermenîstan bi tekez kirina ku pandêmîk hewceyê serokatîyeke demdirêj û domdar, hevgirtina gerdûnî û pabendbûna piralî ye, pabend e ku beşdarî vê pêvajoya girîng bibe, bi hemû hevkarên eleqedar re ji nêz ve bixebite da ku encameke watedar mîsoger bike ku wê pabendbûna gerdûnî qewîn bike û bibe alîkar ku cîhaneke çêtir amade bike ku pêşî li pandemîyên pêşerojê bigire û bersivê bide wan.







