H’emû nûçeSereke

Bin tevgera Qerebaxê de, me welatê xwe danîye ser gorîgeha berjewendîyên jêopolîtîk yên bîyanî:Paşînyan

Hukumeta niha ya Ermenîstanê fêm kirîye ku di bin tevgera Qerebaxê de, Ermenîstan li ser gorîgeha berjewendîyên jêopolîtîk yên bîyanî hatîye danîn.

Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda serokwezîrê Komara Ermenîstanê Nîkol Paşînyan  dema rûniştina pirs û bersiva ya hukumeta Ermenîstanê de, bi îşareta mijara  şiklê  xerîta Ermenîstanê gotîye.

Paşînyan gotîye: “Ez kêfxweş im ku em ji wê rêyê çûne û hêza me heye ku em qebûl bikin ku di bin tevgera Qerebaxê de me welatê xwe xistîye ser gorîgeha berjewendîyên jêopolîtîk yên bîyanî. Me ew pir dereng fêm kir. Hêzên sîyasî hene ku fêm nekirine û wê fêm nekin”.

Serokwezîr nexşeyê xerîtê nîşan daye û gotîye: “Ev li ser tiştê ku gelê Ermenîstanê ji bo parastina ewlehî, serfirazî, azadî û mafên xwe efirandîye.Ew axa Komara Ermenîstanê ye ku di asta navneteweyî de tê naskirin”.

Serokwezîr gotîye: “Dema ku me bi xwe raste-rast yan neraste-rast axa Komara Ermenîstanê ya ku ji hêla navneteweyî ve hatîye nas kirin înkar kirîye, me wek ku gotîye ku Komara Ermenîstanê xwedî axake ku ji hêla navneteweyî ve hatîye nas kirin nîne. Ji ber vê yekê ye ku, di mantîqa vê têgihîştinê de, me her ku diçe bêtir  serwêrîya xwe, serxwebûna xwe wek dewlet feda kirîye. Û dema ku em vegerîyan axa Komara Ermenîstanê ya ku ji hêla navneteweyî ve hatîye nas kirin, ji wê rojê û pê ve, em bûne dewleteke navneteweyî ya serwêrtir, serbixwetir, ewletir”.

Dema ku ewî xerîte nîşan daye, ewî gotîye ku ew sembola serwêrî, serxwebûn û dewletbûna Ermenîstanê ye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button