SerekeSîyasî

Serok Barzanî li Soranê beşdarî merasîma sersaxîyê ya 6 pêşmergên şehîdbûyî bûye

Serok Mesûd Barzanî li devera Soranê beşdarî merasîma sersaxîya wan 6 pêşmergan bûye ku di êrîşa mûşekî ya Îranê de şehîd bûbûn.

Serok Mesûd Barzanî 25 ê adarê serdana devera Soranê kirîye, beşdarî merasîma sersaxîya wan 6 pêşmergan bûye ku di êrîşa mûşekî ya Îranê de şehîd bûbûn.

Serok Barzanî bi tundî êrîşa bi mûşekên balîstîk ya Îranê şermezar kirîye.

Serok Barzanî di peyama xwe de li ser vê êrîşê gotîye: “Ev êrîşeke dijmina ye û tu hincetan hilnagire. Ev ne cara yekem e ku êrîşên bi vî rengî, bêyî li berçevgirtina prînsîpên cînartîya baş û yasayên navdewletî, li dijî Herêma Kurdistanê tên encamdan”.

Serok Barzanî tekezî li ser bêalîbûna Herêma Kurdistanê kirîye û dîyar kirîye: “Herêma Kurdistanê ne beşek e ji vî şerê niha yê li navçeyê heye û tu carî nebûye metirsî li ser welatên cînar. Pêşmerge serweta herî hêja û biqîmet ya gelê me ye”.

24 ê adarê, bi 6 mûşekên balîstîk yên Îranê, baregehên firqeya 7 a û firqeya 5 a yên hêza pêşmerga li sînorê îdareya Soranê hatine armanckirin. Di encama vê êrîşa mûşekî de 6 pêşmerge şehîd bûne û 30 pêşmergeyên din jî birîndar bûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button