Welatên Yekîtîya Avropayê rê dide ku tîmek bersiva bilez ya hîbrîd bişînin Ermenîstanê

Çevkanîyên Bryûsêlê ragîhandine ku wezîrên welatên karên dere endam yên Yekîtîya Avropayê hefteya borî ji bo bersivdayîna gefên hîbrîd, rê dane şandina tîmeke bersiva bilez bo Ermenîstanê.
Berê hatibû ragîhandin ku wezîrê karên der Ararat Mîrzoyan ji bo pêşîgirtina li gefên hîbrîdê berîya hilbijartinên parlamêntîyê yên ku 7 ê hezîranê hatine plankirin, ji Yekîtîya Avropayê re nameyek şandîye.
Ev mîsyona nû wê ji 9-14 kesan pêk bê, karê wan ew e ku li dijî manîpulekirin û destwerdana agahîyên derveyî û her weha gefên sîber şer bikin. Radyoya “Aza” yê gihîştîye daxuyanîya mîsyona bersiva bilez, ku li gorî wê Ermenîstan bi opêrasîyonên hîbrîd yên dijwar re rû bi rû ye, ku îhtîmal e ku di berbanga hilbijartinan de dijwartir bibin.
Tê payîn ku mîsyon di dawîya adarê yan destpêka nîsanê de ji bo 10-15 rojên xebatê li Ermenîstanê bicîh bibe.
Tîm wê di derbarê rêveberîya qeyranê, parvekirina îstîxbaratê di sênaryoyên cûre-cûre yên hilbijartinê de şîretan bide hukumetê. Mîsyon wê di tespîtkirina dozên fînansmana hilbijartinê ya neqanûnî de alîkarîya rayedarên têkildar bike û wê alîkarîya hişyarîya raya giştî li ser destwerdana derveyî di pêvajoyên hilbijartinê de bike.
Tê payîn ku di dawîya mîsyonê de, rapotek bê berhevkirin ku wê kiryarên pêşerojê yên Bryûsêlê di têkilîyên bi Ermenîstanê re zelal bike. Çavkanîya “Aza” yê radigihîne: “Ev dikare bicihkirina mîsyonek sîvîl ya tam ya Yekîtîya Avropayê li Ermenîstanê, ku wê li şûna mîsyona heyî ya Yekîtîya Avropayê, ku sala 2023 a de ji bo pêşxistina aramîyê li deverên sînorî yên Ermenîstan-Adirbêcanê hatîye damezrandin, di nav xwe de bigire. Bicîhkirina mîsyoneke wusa wê razîbûna yekdeng ya hemî 27 welatên endamên Yekîtîya Avropayê hewce bike”.
Di belgeya “Çarçoveya sîyasî ji bo nêzîkatîya krîzê ji bo Ermenîstanê” de çi tê gotin?
Di heman demê de, xizmeta çalakîya der ya avropî belgeya “Çarçoveya sîyasî ji bo nêzîkatîya krîzê ji bo Ermenîstanê” raberî welatên endam kirîye, ku ew belge ji bo “Aza” yê jî heye.
Di belgeyê de, beşa sîyaseta derve ya Yekîtîya Avropayê avakirina mîsyonek nû ya sîyaseta ewlehî û parastinê ya hevbeş li Ermenîstanê erê dike û tekez dike ku ew di berjewendîyên girîng yên Yekîtîya Avropî de ye ku têkiliyên bi Ermenîstanê re pêşve bibe û her weha Ermenîstanê bi awayekî berbiçev ji destwerdana tundrew û biyanî rizgar bike. Ji vê pêrspêktîfê ve, tê hesibandin ku îhtîmalên mîsyoneke sîyaseta ewlehî û parastinê ya hevbeş di çarçoveya amûrên heyî yên Yekîtîya avropayê de û kêmkirina gav bi gav ya mîsyona heyî, di demekê de ku danûstandinên aşîtîyê di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de didomin, bên nirxandin.
Belge her wiha dibêje ku dijberê sereke yê Bryûsêlê li Ermenîstanê Rûsya ye, ku helwesta xwe ya zorê li hember Ermenîstanê qewîn kiriye û li hember paşxaneya “guherîna gav bi gav” ya Yêrêvanê ber bi Yekîtîya Avropayê ve, ji girêdayîbûna kûr ya aborî ya Ermenîstanê û jîngeha ewlehîyê ya herêmî ya nazik sûd werdigire. Gefên muhtemel yên bêîstîqirar yên ji Rûsyayê bo Ermenîstanê ev in: zêdebûna bihayên gazê, kêmbûna bazirganîya hin komên kelûpelan, kampanyayên dêzînformasyonê û opêrasîyonên psîkolojîk. Li gorî belgeyê, Krêml hêvî dike ku ji tengezarî û tirsên heyî yên bi Tirkîyayê, Adirbêcanê û Îranê re sûd werbigire.
Li gorî vê raportê, her çend Ermenîstan di salên dawî de bi hêvîya serbestberdana vîzayê û rojekê, endamtîya Yekîtîya Avropayê nêzîkî Yekîtîya Avropayê bûye jî Ermenîstan hîn jî di warên ewlehî, aborî û ênêrjîyê de bi Moskvayê ve girêdayî ye.







