H’emû nûçeSereke

Îndêksa çalakîya aborî ya Ermenîstanê bi 7,4 selefî zêde bûye: qebareya hinardekirin û hawirdekirinê zêde bûye

Li gorî nîşaneyên ku ji hêla komîtêya îstatîstîkê ve hatine weşandin, îndêksa çalakîya aborî ya li Ermenîstanê  mêhên çile-sibata sala 2026 a de li gorî heman serdema sala borî bi 7,4  selefî zêde bûye. Ev li gorî nîşaneyên ku ji hêla komîtêya îstatîstîkê ve hatine weşandin.Qadên sereke yên mezinbûnê pîşesazî û înşaet bûne.

.Qebareya hilberîna pîşesazîyê gihîştîye  491,479.4 mîlyon dramî, ku li gorî heman serdema sala borî bi 17.2 selefî zêde bûye.

.Qebareya avakirinê gihîştîye 53,953.7 mîlyon dramî, ku ev jî mezinbûnek 20.5 selef e.

Di warê bazirganîya der de, zêdebûneke di qebareyê de çêbûye, lê serdestîya hawirdekirinê li ser hinardekirinê hîn jî berdewam dibe.Tevahî dahatê gihîştîye 1,160.1 mîlyard dramî.

Qebareya hawirdekirinê gihîştîye 717.6 mîlyard dramî. Kelûpelên bi nirxa 408.4 mîlyar dramî meha sibatê de hatin hawirdekirin. Qebareya hawirdekirinê ji îxracatê bi qasî 275.1 mîlyard dramî zêdetir bûye.

Dawîhatina bazirganîyê gihîştîye 892,247.1 mîlyon dramî (mezinbûna 3.3 selefî).

Zêdetir nîşan bide
Back to top button