Hejimara êzdîya kêm bûye, hejimara rûsa zêde bûye: wêneyê netewên kêmjimar ku li Ermenîstanê dijîn

Komîtêya îstatîstîkê daneyên li ser çar netewên kêmjimar yên ku nifûsa wan ya daîmî ya herî mezin li Komara Ermenîstanê heye, ku bi encamên serjimêrîya sala 2022 a hatine kurtkirin, raber kirîye. Çar netewên kêmjimar yên pêşin ev in:
. Êzdî- 31 079,
. Rûs- 14 076,
. Asûrî- 2 755,
. Kurd- 1 663.
Tê destnîşankirin ku li gorî encamên serjimêrîya sala 2022 a, 545 kesan di anketa serjimêrîyê de bersiva pirsa derbarê neteweya xwe de nedane. Li gorî serjimêrîya sala 2011 a, çar netewên kêmjimar yên ku nifûsa wan ya daîmî herî zêde ye li Komara Ermenîstanê ev in:
. Êzîd- 35 308,
. Rûs- 11 911,
. Asûrî- 2 769,
. Kurd 2 162
Analîza daneyan nîşan dide ku kêmneteweya êtnîkî ya here mezin li Ermenîstanê êzîdî, di hejmara xwe de kêmbûneke cidî dîtine. Nava11 salên borî de, hejmara wan bi 4,229 kêm bûye (nêzîkî 12 selef).Tenê koma ku hejmara wan zêde bûye rûs in, ji 11,911 yî gihîştîye 14,076 a. Hejmara asûrya hema neguhêrîye. Hejmara kurdan jî kêm bûye (bi 499 kesan).







