Papîkyan li Parîzê rastî wezîra Fransîyayêye hêzên çekdar û karûbarên vêtêranan Katrîn Votrênîyê hatîye

Ji wezîreta Ermenîstaneyê parastinê ragîhandine ku wezîr Surên Papîkyan li Parîzê rastî wezîra Fransîayêye hêzên çekdar û karûbarên vêtêranan Katrî Votrênîyê hatîye.Balyozê Ermenîstanêyî li Fransyayê Arman Xaçatryan jî beşdarî civînê bûye.
Di civînê de, wezîran asta hevkarîya ku berê hatîye avakirin bilind nirxandine û girîngîya berdewamî û pêşveçûna wê tekez kirine.Pêşveçûna bernameyên ku di hevkarîya leşkerî-têknîkî, perwerdehîya leşkerî, perwerdehîya pîşeyî û her weha piştgirîya şêwirmendîyê û warên din de têne bicîh kirin hatine nîqaş kirin.
Daxuyanîyê de hatîye gotin:”Alîyan li hev kirine ku hevkarîyê kûr û berfirehtir bikin, bigihînin asteke nû û bilind û her weha înîsiyatîvên hevbeş yên ji bo qewînkirina şiyanên parastinê bidomînin”.







