Sîyaseta hukumeta Ermenîstanêye karên der li ser berjewendîyên welêt hatîye avakirin

Serokwezîr Nîkol Paşînyan civîna bi welatîyan re li navçeya Malatya-Sêbastîyayê, li ser sîyaseta Ermenîstanêye karên der rawestîyaye û tekez kirîye ku hukumeta Komara Ermenîstanê bi tevahî ji ber berjewendîyên dewletê yên welêt ve tê rêvebirin.
Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê,welatîkî derbarê di hevpeyvîna bi serokwezîr re, ku ew pêşwazîya helwesta avropî ya sîyaseta Ermenîstanêye karên der dike û xwe proavropî hesab dike.
“Belê, me qanûnek li ser destpêkirina pêvajoya tevlîbûna Yekîtîya Avropayê pejirandîye.Lê ez ji wê formûla “dewlet” hiz nakim. Ev daxuyanîyeke pir girîng e. Hukumeta Ermenîstanê nikare cuda be, hukumeta Ermenîstanê proermenî ye.”
Li gorî serokwezîr, biryarên sîyaseta Ermenîstanêye li ser bingeha berjewendîyên welêt têne girtin.
“Em biryarên ku li gorî nirxandina mene, li gorî berjewendîyên Komara Ermenîstanê ne”,- ewî tekez kirîye.
Paşînyan her wiha asta heyî ya têkilîyên bi Yekîtîya Avropayê re pir bilind nirxandîye û tekez kirîye ku ew di asta herî bilinda ne û kûr berdewam dibin.
Di heman demê de, ewî tekez kirîye ku Ermenîstan bi hevkarên cûre-cûre re têkilîyan pêş dixe.
“Her çiqas di qonaxeke veguherînê de bin jî, em têkilîyên xwe bi Rûsyayê re jî pêş dixin, ku ez vê yekê bi awayekî erênî dinirxînim.Em girîngîyê didin têkilîyên bi Komara Îranêye Îslamî, em pêvajoya aşîtîyê bi Adirbêcanê re pêşve dixin û em ji bo normalîzasîyakirina têkilîyên xwe bi Tirkyayê re dixebitin”.







