SerekeSîyasî

Li Şirnexê 20 kesên ku piştî Newrozê hatibûne desteserkirin hatine berdan

Li navenda Şirnexê û navçeyên wê, 20 kesên ku piştî pîrozbahîyên Newrozê di serdegirtina malan de hatibûn desteserkirin, bi şertê kontrola dadî hatine berdan.

Di çarçoveya lêpirsîna serdozgerîya komarê ya Şirnaxê de, 27 ê adarê li navenda Şirnaxê û navçeyên Cizîrê, Hezexê û Silopîyê bi ser gelek malan de hatibûn girtin.

Li gorî nûçeya ajansa Mêzopotamyayê, 20 kesên ku bi îdîaya “propagandaya rêxistinê” hatibûne desteserkirin, piştî kar û barên 3 rojan yên li birêvebirîya ewlehîyê ya Şirnaxê îro sewqî dadgehê hatine kirin.

Bi şertê kontrola dadî hatine berdan

20 kesên ku dozgerîyê îfadeya wan wergirtine, bi daxwaza “kontrola dadî” sewqî dadgeha  aşîtî û edaletê hatine kirin.

Dadgehê jî biryar daye ku hemû gumanbar bi şertê kontrola dadî bên berdan.

Gerandina govendê û wêneyên Demîrtaş

Li gorî heman nûçeyê, di dema lêpirsîna polîs û dozgerîyê de hincetên wek “hilgirtina wêneyên hevserokê giştî yê berê yê HDP ê Selhedîn Dêmîrtaş di dema pîrozbahîyên Newrozê de”, “gerandina govendê ya li ber stranan” û “avîtina diruşma” wekî sûc li wan kesan hatine girtin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button