SerekeSîyasî

Rûniştina salvegera kongra Konsêya Avropayê li Strasbûrgê dest pê dike: Ermenîstan wê bi şandeke nûkirî bê  raberkirin

Civîna salvegera 50 î ya kongra desthilatên herêmî Konsêya Avropayê wê ji 31 ê adarê heta 2 ê nîsanê li Strasbûrgê, bê lidarxistin.

Li gorî  ragîhandina “Armenpress” ê, sêrvîsa çapemenîyê ya yekîtîya civakên Ermenîstanê derbarê vê yekê de daxuyanîyek belav kirîye.

Tê destnîşankirin ku ev bûyerek girîng e ji bo sîstêma xwerêveberîya herêmî ya avropî, ku Komara Ermenîstanê wê bi şandeke nûvekirî beşdar bibe.

Ev rûniştin destpêka mandateke nû ya pêncsalî ji bo şandên neteweyî nîşan dide. Şanda nûkirî ya Ermenîstanê, ku nûnerên civakê jî di nav de ne, wê derfeta beşdarbûna hilbijartinên serokatîya nû ya kongrê û teslîmkirina berjewendîyên Ermenîstanê li ser vê platforma girîng ya avropî hebe.

Xalên sereke yên rojeva rûniştina 50 emîn wê li ser pirsgirêkên cidî yên ku dêmokrasîya nûjen pê re rû bi rû ye bisekinin.

Dêmokrasîya herêmî di krîzê de: baldarîyeke taybetî wê li ser ji nû ve avakirina Ûkraînayê û rola rayedarên herêmî di derbazkirina encamên şer de bê dayîn.

Ewlehî û parastin: mijara zêdebûna dozên tundûtûjîyê li dijî rayedarên hilbijartî û têkoşîna li dijî wan di rojevê de ye.

Geşedanên herêmî: rewşa dêmokrasîya herêmî li Gurcistanê wê  bê niqaş kirin û her weha encamên mîsyonên çavdêrîya hilbijartinên herêmî li hejmareke welatên avropî.

Têknolojîyên nû û mafên civakî: bandora zekaya sûnî li ser rêveberîya herêmî û mîsogerkirina gihîştina mafên civakî di bin zextê de.

Gotûbêjên asta bilind

Di rûniştinê de wê cîgirê sêkrêtarê giştî yê Konsêya Avropayê Byorn Bêrgên, serokê dadgeha mafên mirovan ya Avropayê Matîas Gyomar û nûnerên hukumet û bajarên mezin yên welatên Avropayê  pêşda bên.

Yekîtîya civakên Ermenîstanê, wek koordînatorê çalakîyên şanda Ermenîstanê, wê bi awayekî çalek xebata rûniştinê bişopîne û wê bi rêkûpêk agahdarîya li ser çalakiyên nûnerên me û biryarên hatine girtin nûve bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button