H’emû nûçeSereke

Alîkarîyên mirovî yên ku hatine  raberkirin careke din dostanîya germ ya di navbera gelên ermenî û Îranê de îzbat dikin: balyoz Şîrxolamî

Piştgirîya Îranê û rawestana li kêleka Îranê ji bo îranîyan pir girîng e û alîkarîya mirovî ya ku ji hêla Ermenîstanê ve tê dayîn careke din dostanîya germ ya di navbera gelên ermenî û Îranî de îzbat dike.

Hevpeyvîna li gel “Armenpress”ê, balyozê Îranêyî li Ermenîstanê Xelîl Şîrxolamî ev nêrîn anîye ziman, her wiha di wê çarçoveyê de behsa nota wezîrê Îranêyî karên der  Abas Araxçî kirîye.

Wezîrê Îranêyî karên der Abas Araxçî li ser mîkrobloga xwe ya X ê bi zimanê ermenî postek weşandîye û destnîşan kirîye ku piştgirîya hukumetê û gelê Ermenîstanê ji bo gelê Îranê di veguhestina îranîyan û alîkarîya mirovî de pir tê teqdîrkirin. Araxçî her wiha gotîye ku têkilîyên sedsalan yên di navbera Îranê û Ermenîstanê de careke din di demên dijwar de hêza xwe nîşan dane û ev gavên biratîyê wê di bîra gelê Îranê de bimînin.

Balyoz Şîrxolamî daye zanîn ku ji bilî wê notê, Abas Araxçî bi hevkarê xwe Ararat Mîrzoyan re bi rêya têlefonê axivîye û spasîya gel û hukumeta Ermenîstanê ji bo hevkarî û piştgirîya wan û ji bo sekinandina li kêleka Îranê kirîye.

Dîplomat piştrast kirîye ku li Îranê tu rewşeke panîkê tune ye, ku ev yek jî îradeya xurt ya gel nîşan dide. Jîyana giştî li Îranê berdewam dibe, dikan bi rêkûpêk dixebitin  û kêmasîya kelûpelên xwarin û tiştên din tune ye.

“Hukumeta me bi çêkirina malpereke taybet mêxanîzmeke pêşxistîye ku bi rêya wê mirovên ku ji ber çalakîyên şer zirar dîtine û milkê xwe winda kirine têne tomar kirin. Her tişt tê ragîhandin. Sazîyên giştî jî bi rêjeyek mezin zirar dîtine: tesîsên perwerdehî û werzîşê, avahîyên din, ku divê dewlet wan sererast bike. Lê tiştê ku herî zêde zirarê dide me windahîyên mirovî ne. Ji destpêka şer ve, 3,000 kesî zêdetir mirine, di nav wan de jin û zarok jî hene. Bi naskirina gelê me, ez ji we re piştrast dikim ku gel, bi saya îradeya xwe ya xurt, wê bi hukumeta xwe ya xwemalî re welêt sererast bike”,-ewî destnîşan kirîye.

Dîplomat xemgîniya xwe anî ziman ku civaka Ermenî ya li Îranê jî ziyan dîtiye. Mal û apartmanên gelek kesan ji ber êrîşên Amerîkî û Îsraîlî wêran bûn.

Şîrxolamî gotîye: “Hukumetê gavên guncaw avêtine da ku ji wan re cîhê mayînê peyda bike. Van rojan ez bi nûnerên dêra ermenî ya dêra Apostolîk ya ermenî li Îranê û parlamêntarên ermenî yên parlamenta Îranê re di têkiliyê de me, ji ber ku ez jî ji rewşa heyî ya civaka ermenî li Îranê pir bi fikar im. Mixabin, me di nav hevwelatiyên xwe yên ermenî de jî windahiyek êşdar dît. Hovhannês Sîmonyan li Îsfahanê mir. Me ji bo vê bûyerê sersaxî xwest.Merasîma cenazeyê wî bi rûmetek mezin hate lidarxistin, ku nûnerên civakên misilman û xiristiyan beşdar bûn. Wekî balyozek, min peyama xwe ya sersaxîyê ji civaka ermenî û bi xwe ji xizmên Hovhannês Sîmonyan re jî ragîhandîy”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button