H’emû nûçeSereke

Ji ber şerê navxweyî yê li Rojhilata Navîn, çend firînên tranzît bi rêya qada hewayî ya Ermenîstanê hatine kirin?

Girtina qada hewayî ya hejmareke welatên herêmê ji ber şerê ku ji 28 ê sibata sala 2026 a de li Rojhilata Navîn dest pê kirîye, bûye sedema zêdebûna geştên tranzît yên bi rêya qada hewayî ya Komara Ermenîstanê.

Ji ber girtina esmanên Komara Îranêye Îslamî û welatên din yên herêmê, ji 28 ê sibatê heta 23 ê adarê 6,414 geştên tranzît bi rêya esmanê Komara Ermenîstanê hatine kirin, ku ev ji nîşana heman serdema sala 2025 a  zêdetir e. Wek ku ji hêla komîtêya hewayî ya sîvîl ya Komara Ermenîstanê ve di bersiva daxwazek ji News.am ê de hatîye ragîhandin, tevî zêdebûna giştî, ji dehsala duyemîn ya adarê ve kêmbûnek di hejmara geştan de hatîye dîtin û hilbijartina rêyan bi tevahî di bin desthilata hevaltîyên balafiran de dimîne. Komîtêyê her wiha ragîhandîye ku biryara hilbijartina rêyên firînê bi tevahî di bin desthilata opêratorê balafiran de ye.

Di bersiva ku ji malperê re hatîye şandin de tê gotin, “Ji ber guhêrîna rewşa ewlehîya herêmî, hema bêje tu şîrketên nû yên hewayî yên ku firînên tranzît di qada hewayî ya Komara Ermenîstanê de pêk tînin nehatine tomar kirin. Di xizmeta navîgasyona hewayî ya firînên transît di qada hewayî ya Komara Ermenistanê de tu pirsgirêk derneketine û ji ber zêdebargirtinê tu sînorkirin li ser qebûlkirina firînan nehatine sepandin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button