Bekû bi eşkereyî dijberîya Têhranê nake heta ku ji guhertina rêjîmê li Îranê 100 selefî piştrast nebe: pispor

Pisporê payebilind yê navenda analîtîk ya «APRI Armenia» ê Bênîamîn Poxosyan 1 ê nîsanê li Yêrêvanê li civîna bi rojnamevanan re gotîye ku Adirbêcan heta ku ji sedî sed piştrast nebe ku wê li Îranê guhartina desthilatdarîyê çêbibe, bi eşkereyî dijberîya Îranê nake.
Li gorî Poxosyan, ne veşartî ye ku Îsrayêl li Adirbêcanê hebûneke leşkerî û îstîxbaratî ya dîyarkirî heye. “Dezgehên medyayê yên navneteweyî yên bi nav û deng 15 sal in li ser vê yekê dinivîsin”,- ewî gotîye.
Ew bawer dike ku serokatîya sîyasî ya Adirbêcanê wê têra xwe aqilmend be ku axa xwe ji bo êrîşên eşkere yên li ser Îranê nede. Mehek ji destpêka şer derbaz bûye û tevî hin serkeftinên taktîkî jî hevpeymanîya dijî-Îranê tu destkeftiyên stratejîk bi dest nexistîye. Zanyarê sîyasî rave kirîye ku Bekû wê beşdarî şer bibe yan jî qet nebe destûrê bide karanîna eşkere ya axa xwe tenê heger ew ji sedî sed piştrast be ku wê li Îranê guhertineke desthilatdarîyê çêbibe, yan jî dema ku Komara Îranêye Îslamî tenê dev ji hebûna xwe berde.







