Rojeva hevkarîyê ya Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî û Yekîtîya Avropayê niha li hev tên:serokwezîr

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan ragîhandîye ku Ermenîstan niha dikare ajandeyên hevkarîyê bi Yekîtiya Avrasyayêye Êkonomîkî û Yekîtîya Avropayê re bike yek û tekez kirîye ku biryara dawî wê ji hêla welatîyên Ermenîstanê ve bê dayîn. Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, di hevdîtina bi serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re, Paşînyan destnîşan kirîye ku endametîya di her du komeleyan de bi bingehîn ne lihevhatî ye, lê di qonaxa niha de ajandeyên heyî lihevhatî ne.
“Tiştê ku em dikin û ajandaya me li hev tên, bi kêmanî ji bo nihaye. Ev rastîyek e. Û heta ku derfetek hebe ku em wan ajandeyan bikin yek, em ê bikin”,- serokwezîr gotîye.
Li gorî wî, dema ku pêvajo bigîhêje wê astê ku pêwîst be hilbijartin bê kirin, biryar wê ji alîyê welatîyên Ermenîstanê ve bê dayîn.
Paşînyan her wiha tekez kirîye ku têkilîyên bi Rûsyayê re hîn jî girîng in û nayên pirsîn.







