Wezîrê Ermenîstanêyî rêveberîya herêmî û binesazîyê û karmendê kar û barên Dewletên Yekbûyîye li Ermenistanê li ser mjarên têkildarîya sêktorên ênêrjî û veguhastinê axivîne

2 ê nîsanê wezîrê Ermenîstanêyî rêveberîya herêmî û binesazîyê Davît Xûdatyan, karmendê kar û barên Dewletên Yekbûyîye li Ermenîstanê Dêyvîd Alên qebûl kirîye. Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, wezîr li ser rûpela xwe ya Facebookê derbarê hevdîtinê de nivîsîye.
“Ez beşdarîya Amêrîkayê di pêvajoya aşîtîyê ya li herêmê pir teqdîr dikim. Hevdîtinê de, me mijarên têkildarîya sêktorên ênêrjîyê û veguhastinê niqaş kirine.Me bi taybetî li ser rêziknameyên yasayî yên ênêrjîya nûjenkirî di vî warî de û her weha pîşesazîya madenê axivîne”,- ewî nivîsîye.
Dêyvîd Alên spasîya xwe ji bo pêşwazîyê anîye ziman û amadebûna xwe ji bo hevkarîya nêzîk bi wezîreta rêveberîya herêmî û binesazîyê re ji bo pêkanîna bernameyên ku di rojeva heyî de hatine destnîşankirin û berfirehkirina hevkarîyê anîye ziman.
Lihevkirinek hatîye kirin da ku hevkarîya bi bandor di alîyên dîyarkirî de berdewam bike.







