H’emû nûçeSereke
Nîkol Paşînyan bi yekdengî wek namzedê serokwezîrîyê yê partîya “Peymana sîvîl” hatîye hilbijartin

Kongra partîya “Peymana sîvîle” heyştemîn, namzedê partîyê ji bo serokwezîrîyê bi yekdengî hatîye hilbijartin. Partîyê careke din Nîkol Paşînyan ji bo qulixa serokwezîrîyê pêşnîyar kirîye.
Lîsteya pêşhilbijartinê ya partîyê jî konfêransê de hatîye pejirandin.Ew jî bi dengdana yekdeng hatîye qebûlkirin.
Wezîrê karên der Ararat Mîrzoyan di lîsteya pêşhilbijartinê de di rêza duemîn deye û wezîra tendurustîyê Anahît Avanêsyan jî di rêza sêemîn de ye.







