H’emû nûçeSereke

Pûtîn destwerdana kar û barên navxweyî yên Ermenîstanê kirîye:çima muxalefeta ku Yekîtîya Avropayê tawanbar dike serokê Rûsyayê şermezar nekir? Lûsînê Hakobyan

Daxuyanîya serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ya li ser piştgirîya hêzên alîgirê Rûsyayê destwerdaneke eşkere di kar û barên navxweyî yên Ermenîstanê de ye û di vê çarçoveyê de tohmetên li dijî Yekîtîya Avropayê bê bingeh in. Derheqa wê yekêda  seroka rêxistina nehukumî ya “Avropa hiqûqê” Lûsînê Hakobyanê hevpeyvîna bi Factor TV re gotîye û tekez kirîye ku bêdengîya hêzên opozîsîyon li ser vê mijarê nîşana pîvanên dualî ye.

Lûsînê Hakobyanê behsa daxuyanîya serokê Rûsyayê kirîye, ku tê de ewî di bingeh de bang li serokwezîr Nîkol Paşînyan dikir ku destûrê bide kesayetîyeke girtî ya xwedî hemwelatîyê Rûsyayê ku beşdarî hilbijartinan bibe û wiha gotîye:

“Eşkere ye ku her kesê ku li vir rûniştîye wê vê yekê wek destwerdana kar û barên navxweyî yên Ermenîstanê binirxîne. Ji bilî vê, tiştê ku Yekîtîya Avropayê pê hatîye tawanbarkirin, tenê piştgirîkirina berxwedana dêmokratîk ya Ermenîstanê di şerê li dijî gefên hîbrîdê, bê guman bi her tiştê ku bi devê Vladîmîr Pûtîn hatîye kirin  nayê berawirdkirin”.

Li gorî Hakobyanê, bersiva serokwezîr li ser vê mijarê têrê nekir: “Gerekê bihata gotin ku ev tenê destwerdana raya giştî di kar û barên navxweyî yên Ermenîstanê de ye, û tiştê ku em li himber Rûsyayê nahêlin, divê serokê Rûsyayê jî li himber Ermenîstanê nehêle”.

Çalakvanê mafên mirovan matmayî maye ku hêzên ku bi tundî rexne li Yekîtîya Avropayê dikirin, niha li ser mijara destwerdana Rûsyayê bêdeng in.

“Bi rastî jî pir balkêş e ku çima hêzên ku Yekîtîya Avropayê tenê ji ber alîkarîya sozdayî ya ji bo Ermenîstanê di têkoşîna li dijî gefên hîbrîdê de tawanbar kirine bêdeng in. Di vê rewşê de, bêdeng bimînin û nebêjin ku ev destwerdana raste-rast di kar  û barên navxweyî yên Ermenîstanê de ye, eşkere ye ku em bi standartên dualî re mijûl dibin”,-ewê destnîşan kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button