H’emû nûçeSereke

Rûsya  dixwaze têkilîyên xwe bi Ermenîstanê re kûr bike: bayloz

Rûsya bi dilxwazî ​​​​bi parastin, pêşxistin û kûrkirina têkilîyên bi Ermenîstanê re eleqedar e, em Ermenîstanê wek welatekî biratîyê û gelê ermenî jî wek bira dibînin. Derheqa wê yekêda balyozê Rûsyayêyî li Ermenîstanê Sêrgêy Kopyrkîn hevpeyvîna bi portala 24news  ê gotîye.

“Ji ber vê yekê, em pêwîst dibînin ku bi awayekî eşkere, lê bi awayekî avakar, li ser pirsgirêkên ku di rastîyê de hene biaxivin”,- balyoz destnîşan kirîye.

Li gorî wî, di asta herî bilind de dîyalog li ser bingeha bawerîyê pêk hatîye.

Kopîrkîn zêde kirîye: “Heger ne di vê astê de be, divê mijarên hesas û pirsgirêk çawa bên niqaşkirin?”

Balyoz destnîşan kirîye ku îsal mijara lidarxistina rojên çanda ermenî li Rûsyayê û rojên çanda ruhanî ya Rûsyayê li Ermenîstanê tê nîqaşkirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button