H’emû nûçeSereke

Yêrêvan wê  pêşangeh-konfêransa navneteweyî ya eLogi Fest26  qebûl bike

Ji 17 a heta 19 ê tîrmehê, Yêrêvan wê  eLogi Fest26 qebûl bike, pêşangeha navneteweyî ya lojîstîk û bazirganîya êlêktronîkî, konfêrans û rêzeçalakîyan qebûl bike. Çalakî wê lîstikvanên sereke yên di pîşesazîyê de bîne cem hev: hevaltîyên lojîstîkê yên herêmî û navneteweyî, platformên bazirganîya êlêktronîkî, îtxalkara û hinardekara, sazîyên fîntêksê û nûnerên sêktora giştî.

Armanca vê çalakîya sê rojî ew e ku bi efirandina platformek ji bo mezinbûna karsazîyê, danûstandina zanînê û hevkarîya navneteweyî, piştgirîya pêşkeftina lojîstîk û bazirganîya êlêktronîkî, ku yek ji sektorên herî girîng yên aborîya nûjen e, bike.

Bername wê qadeke pêşangehê, konfêransa karsazîyê, çalakîyên pêvek û qadeke civînê ya çalak ya B2B bi hev re bihewîne. Beşdar wê derfetê bibînin ku xizmet û çareserîyên xwe  raber bikin, hevkarîyên nû ava bikin, bingeha xerîdarên xwe berfireh bikin û bi trendên heyî yên ku bazirganîya cîhanî şekil didin bibin nas.

Di heman demê de bi çalakîyê re, organîzatoran Podcast-a e-Logi jî dest pê kirine. Ew li ser ramaneke hêsan lê girîng hatiye avakirin:heger lojîstîk bazirganîya cîhanî şekil dide, bi rêya bazirganîya firotanê û toptan 15-20 selefê GDP-ya cîhanî û bi rêya veguhastin û lojîstîkê 6-8 selefê peyda dike, wê demê pisporên pîşesazîyê platformeke heq dikin ku raman û ezmûnên wan wê bên bihîstin. Podcast wê di sê rojên çalakîyê de li cîhê bûyerê bê lidarxistin û derfetê dide mêvanan ku guh bidin analîz û ramanên pisporên pîşesazîyê yên li “herêma  aktîv”.

“Festîvala eLogi hatîye sêwirandin ku bibe xaleke hevdîtinê ji bo tevahîya êkosîstemê, ji lîstikvanên gerdûnî bigire heya opêratorên herêmî. Armanca me ne tenê bûyereke, lê platformeke ku tê de raman, hevkarî û nûjenî pêşeroja lojîstîk û bazirganîya êlêktronîkî li herêmê şekil bidin. Bi vî rengî, em hewil didin ku civateke lojîstîkê ya girêdayîtir ava bikin”,- organîzatoran destnîşan kirine.

Tê payîn ku ev çalakî cûre-cûre pispor û biryarderan bikişîne ku li derfetên karsazîyê yên nû,  çareserîyên nûjen digerin. Heger hûn di nav wan de nin, çalakîyê ji dest xwe bernedin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button