SerekeSîyasî

Dibe ku sînorê Ermenîstan-Tirkîyayê mehên pêş de vebe: DW

Du derîyên sînor yên di navbera Ermenîstanê û Tirkyayê de (Alîcan-Akyaka) dikarin di nav çend mehan de dest bi kar bikin: alîyê Ermenîstanê berê xebatên amadekarîyê yên pêwîst temam kirine, lê alîyê Tirkyayê di qonaxên dawî de ye.Derheqa wê yekêda  Deutsche Welle ê ragîhandîye û destnîşan  kirîye ku piştî deh salên dijminatîyê, her du welat pir nêzîkî vekirina sînora nin, ku ji sala 1993 a da  girtîbû.

Xudanê  miqalê dinivîse ku vekirina sînor wê ji bo Paşînyan, ku bi berdewamî hewil dide têkilîyên xwe bi Enqerê re normal bike, serkeftineke sîyasî ya mezin be. Heger xalên kontrolê berî hilbijartinên parlamêtîyê yên hezîranê bên xebitandin, ev ê bibe argûmaneke giran di berjewendîya wî de. Bi sala Paşînyan hewil dide ku bi Tirkyayê re nêzîk bibe û bi Rojavayê re întêgrasîyonê bike.

Niha, bazirganîya di navbera her du welatan de bi rêya dorvegerê, di nav Gurcistanê re tê kirin û salê digîhje nêzîkî 300-350 mîlyon dolarî.Serokê encûmena karsazîyê ya Tirkyayê-Ermenîstanê Kaan Soyak, piştrast e ku danûstandina raste-rast wê bihêle ku dahata bazirganîyê bigihîje mîlyard dolarî.

Parêzgehên rojhilatê Tirkyayê yên herî  kesîb hêvîyên mezin ji vekirina sînor hene. Karsazên herêmî li ser zêdebûna bazirganî û geştîyarîyê, di nav de ji dîasporaya ermenî jî, hesab dikin. Teşwîqeke din “Korîdora Tramp” (rêyeke atomaşîna û trênê ye ku di nav Ermenîstanê re derbaz dibe), ku wê Adirbêcanê bi Naxçêvanê û dû re jî bi Tirkyayê ve girê bide.

Lê belê, şerê bi Îranê re pêvajo hêdî kirîye, tirsa ji pêleke nû ya koçberîyê danûstandinên ji bo vekirina sînor rawestandîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button