H’emû nûçeSereke

Ermenîstan di rêza 97 emîn û Adirbêcan jî di rêza 121 emîn ya azadîya întêrnêtê ya cîhanî de ye

Di îndeksa azadîya înternetê de ku ji hêla Cloudwards ve hatîye berhevkirin, Ermenîstanê ji 100 qala 56 qal wergirtîye û di nav 164 welatan de di rêza 97 emîn de ye. Gurcistanê qalek bilindtir bi 64 qala wergirtîye (cîhê 81emîn), lê Adirbêcan bi girîngî kêmtir bûye û bi 36 qala di rêza 121emîn de bûye. Îran bi 4 qala di rêza 163 emîn de bûye, tenê li pişt Korêya Bakur, ku sifir qal hene.

Rûsyayê jî di rêzbendiyê de 4 qal bi dest xistîye û di warê azadîya înternetê de bi Îran û Çînistanê re di nav welatên herî xirab yên cîhanê de cih girtîye.

Asta herî bilind ya azadîya întêrnêtê ji alîyê 11 welatan ve hatîye nîşandan, ku ji 100 qala 92 qal wergirtine. Di nav wan de Belçîka, Danya, Îslandaya, Zelandya Nû, Norwêc, Slovakya û Fînlandîya. Li van welatan tu sînorkirin li ser azadîya axaftinê û gihîştina torên civakî tune ne. Lê belê, li van welatan pirsgirêkên cuda yên bi çavkanîyên torrentê ve girêdayî hene.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button