SerekeSîyasî

Organîzeya Peymana Ewlekarîya Kolêktîv têkilî bi sînorên Ermenîstanê re hebû, kîjan nekir:Andarnîk Koçaryan

Serokê komîtêya daîmî ya meclîsa Ermenîstanêye neteweyî, Andranîk Koçaryan, red nake ku mijara vekişîna Ermenîstanê ji Organîzeya Peymana Ewlekariya Kolêktîv di pêşerojê de bê niqaşkirin û tekez dike ku ev biryar wê bi berjewendîyên welêt ve girêdayî be.

Li gorî “Armenpress” ê, Koçaryan di derbarê pirsa rojnamevan de ku gelo mimkûn e Ermenîstan biryarê bide ku ji  Organîzeya Peymana Ewlekarîya Kolêktîv  derkeve, wiha bersiv daye:

“Qet nebêje qet. Cîhan pir bêaram e. Ewlekarîya welatê me, berjewendîyên welêt divê rêza gavên me dîyar bikin”.

Ewî tekez kirîye ku ji bo Ermenîstanê, pirsgirêka sereke ya Organîzeya Peymana Ewlekarîya Kolêktîv ne bi Qerebaxê ve girêdayî bûye, lê bi sînorên Ermenîstanê ve girêdayî bûye. “Hewldanek hebû ku çalakîyên Organîzeya Peymana Ewlekarîya Kolêktîv  bi rewşa Qerabaxê ve bên girêdan, lê Organîzeya Peymana Ewlekarîya Kolêktîv  bi sînorên Ermenîstanê ve girêdayî bûye. Nexebitî, ne wisa? Pirsgirêka me bi rewşa li ser sînorên Ermenîstanê derket holê û me du-sê caran ji bo piştgirîya  Organîzeya Peymana Ewlekarîya Kolêktîv serlêdan kirîye.Wê piştgirîyê, ji bilî gotinên devkî, ji bo me tu encam nedaye”,- Koçyaryan gotîye.

Ewî zêde kirîye ku biryarên din wê bi tenê bi berjewendîyên dewleta Ermenîstanê ve girêdayî bin. “Em ê li gorî berjewendîyên welatê xwe tevbigerin”,- ewî destnîşan kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button