
Bandora pevçûna leşkerî ya li Rojhilata Navîn û Îranê, ku ji mehekê zêdetir e berdewam dibe, ji xwe li ser aborîya Ermenîstanê tê hîskirin, ku ne tenê bi şiklê hin pirsgirêkan, lê di heman demê de bi şiklê derfetên nû yên derketine holê jî ku bê guman xetereyên muhtemel dihewînin, xwe nîşan dide. Pêrspêktîvên derketine holê û “refên bin avê” yên aborî mijara hevpeyvîneke bi aborîzanê “Armenpress” ê, pisporê navenda lêkolînê ya “Ambêrd” ê, Axasî Tavadyan re ne.
– Gelo rewşa herêmê dikare derfetên nû ji bo pêşketinê ji bo aborîya Ermenîstanê peyda bike?
– Bandora pevçûnê li ser aborîya Ermenîstanê ji xwe dîyar e: mîqdareke mezin sermaye tê anîn welatê me.Me sala 2022 a de jî rewşeke wisa dît. Piştî destpêkirina pevçûna Rûsyayê-Ûkraînayê, mîqdareke mezin sermaye ji Rûsyayê ketîye Ermenîstanê. Li gorî vê, hema nîvê mezinbûna aborî ya ji 12,6 selefê ku sala 2022 a de hatîye tomarkirin, ji hêla sêktora darayî yan bankayê û sêktora têknolojîya agahdarîyê ve hatîye peyda kirin, ku raste-rast ji ber herikîna sermayeyê ji wî welatî bo Ermenîstanê û koçberîya kesên ku ji ber dorpêçên li ser Rûsyayê hatine sepandin, têknolojîya agahdarîyê koç kirine.
Herwiha mîqdareke dîyarkirî ji sermayeyê ji welatên kendava Farisê, bi taybetî ji Yekbûya Mîrtîyên Ereba tê Ermenîstanê, ji wir jî bi piranî ber bi Hong Kongê ve tê şandin. Bi gotineke din, mirovên li Yektîya Mîrtîyên Ereba sermaya xwe bi bihayên erzan difiroşin û hebûnên xwe vediguhezînin Hong Kongê. Beşek ji wê digihîje Ermenîstanê.
– Herikîna sermayeyê ya bi vî rengî dikare jîyana nû bide aborîya Ermenîstanê, lê di heman demê de hin xetereyan jî diefirîne. Hûn di vê rewşê de çi pêşketinan pêşbînî dikin?
– Zêdebûna hejmara dolaran li Ermenîstanê, bê guman bandorê li rêjeya danûstandina dravê Ermenîstanê dike û wê bandorê li ser bike.Guman heye ku di demek nêzîk de dravê Ermenîstanê hîn bêtir qewîn bibe. Niha banka navendî hewil dide ku herikîna wê mîqdara pereyan stêrîl bike .Herikîneke wusa ya sermayeyê ji bo aborîya navxweyî derfetan diefirîne. Ew dikare bi giranî di sêktora avakirinê de bibe sedema çalakîyê, ku di sala 2025 a de hinekî “qerimandîbû”.
– Bi raya te, sedema kêmbûna balkêşîya qada hewayî ya Ermenîstanê çi ye?
– Pêşî, ji ber ku ne tenê pirsgirêkên sînorên bejayî, lê yên hewayî jî bi Tirkyayê û Adirbêcanê re hene.Wekî din, rêya din guncawtir e, ji ber ku balafir tavîlê li ser behra Reş dikevin qada hewayî ya Gurcistanê û dû re firîna xwe li ser Adirbêcan û behra Kaspîyê ber bi cîhê xwe ve didomînin. Balafir çiqas qada hewayî ya kêmtir welatan derbaz bike, firîna wê ji hêla aborî ve ewqas sûdmendtir e. Ermenîstan di van hesaban de cîh nagire.
– Tu bi rastî qala çi dikî?
– Niha li Ermenîstanê ji nû ve rêzkirina sermayeyê pêk tê. Li gorî agahîyên min, gelek karsazî (bi piranî bi bazirganîyê ve girêdayî ne) hema li ber înflasê ne yan jî ber bi înflasê ve diçin. Em qala windakirina bi mîlyonan dram dikin. Rîsk hene, ji ber ku paralelên cidî bi rewşên salên 2002 a û sala 2008 a re hene. Hûn dibînin, sala 2002 a de, dema ku nirxa dolaekî 560 dram bûye, herikîna mezin ya pereyan bû sedema ku rêjêya danûstandina dolar bigihîje 300 dramî. Di wê demê de, me zêdebûneke mezin di avakirinê de jî hebû (avakirina heman kolana Bakûr) û hema deh qat zêdebûna bihayên apartmanan.
– Lê belê, herikîna mîqdareke mezin ya pereyên bîyanî divê bi mentîqî zêdehîyeke dolaran çê bike, ji ber vê yekê, daxwaza wê kêm bike û bibe sedema bilindbûna nirxê drama Ermenîstanê.
– Di vê gavê de, bê guman, dolar wê erzan bibe û dram wê qewîn bibe: rêjeya danûstandinê ya dolarekî dikare bigihîje 360-365 dramî. Bi rastî, di vê gavê de bazar bi mentîqa berevajî dixebite: hewl tê dayîn ku bi qasî ku pêkan dolar bên kirîn, ji ber ku pêşbînîyek heye ku di demek nêzîk de rewşek mezin ya zorê dikare derkeve holê yan jî dram dikare nirxê xwe kêm bike. Bi îhtîmaleke mezin, bihara rêjeya danûstandinê wê berdewam bike ku bê teng kirin, ku bibe sedema qewînbûna dramê Ermenîstanê. Lê belê, her gav xeterek heye ku bihara tengkirî ji nişkê ve vebe. Di wê rewşê de, dibe ku ne tenê dêvalvasyon, lê di heman demê de krîzeke aborî jî hebe. Daketineke wusa, piştî ku di 4-5 salên pêş de vegera asta berê ne gengaz be.
– Gelo Ermenîstan ne tenê ji bo sermayeya darayî, lê di heman demê de ji bo şîrketên mezin yên ku dixwazin ji herêma kendavê bar bikin jî balkêş dibe?
– Mimkûn e, lê îhtîmalek mezintir heye ku hevaltîyên ku li Dûbayê dixebitin, ne li Îranê, bikevin bazara Ermenîstanê. Kesên ku li Yektîya Mîrtîyên Ereba dixebitin û dijîn, bi piranî karsazên dewlemend û damezrandî ne, lê belê, wana wext nedîtîye ku xwe bi hestyarî bi wê derê ve girêbidin û dikarin bi hêsanî sermaye û milkê xwe bifroşin û ber bi welatên ewletir ve biçin. Dibe ku hin ji wan li Ermenîstanê biqedin.







