H’emû nûçeSereke

Komîtêya Ermenîstanê pêşnûmeya qanûnê ya ku veberhênanên bîyanî û herêmî li Komara Ermenîstanê rêk dixe, pejirandîye

Komîtêya daîmî ya kar û barên aborî ya parlamênta  Ermenîstanê pêşnûmeya qanûna “Li ser veberhênanan” pejirandîye, ku bingeha yasayî ya veberhênan li Komara Ermenîstanê, azadîyên ku ji bo veberhêneran derbaz dibin, garantî û mêxanîzmên parastina mafên veberhêneran, bingeha yasayî ya teşwîqên veberhênanê û destnîşan dike.

Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, axaftvana sereke, cîgira wezîrê Ermenîstanêy aborîyê Lîlîa Sîrakanyanê destnîşan kirîye ku armanca projeyê ew e ku bingehên qanûnî ji bo veberhênerên herêmî û bîyanî biefirîne ku li gorî pêdivîyên nûjen yên têkilîyên pergala veberhênanê bin.

“Yek ji taybetmendîyên girîng yên pêşnûmeyê ew e ku rêziknameyên ku tê de hatine destnîşankirin ne tenê ji bo veberhêner û veberhênanên bîyanî, lê di heman demê de ji bo veberhêner û veberhênanên herêmî jî derbazdar in. Di heman demê de, em dizanin ku qanûna heyî tenê ji bo veberhêner û veberhênanên bîyanî derbazdar e û têkilîyên qanûnî yên têkildarî veberhênerên herêmî rêk naxe”,- Sîrakanyanê gotîye.

Li gorî cîgira wezîr, pêşnûme her wiha armanc dike ku maf û garantîyên veberhêneran yên ku di qanûnên cûre-cûr de hatine destnîşankirin yek bike û wana di yek qanûnek qanûnî de dîyar bike.

Pêşnûme wê di civîna giştî ya parlamênta pêşerojê de bê nîqaş kirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button