H’emû nûçeSereke

Serokwezîr şanda bi serokatîya wezîrê Qazaxistanêyî karên der qebûl kirîye

Serokwezîr Nîkol Paşînyan şanda bi serokatîya wezîrê Qazaxistanêyî karên der Yêrmêk Koşêrbayêv qebûl kirîye.

Wek ku ji ofîsa serokwezîrê Komara Ermenistanê hatîye ragîhandin, Nîkol Paşînyan serdana wezîrê  Qazaxistanê bo Ermenîstanê pêşwazî kirîye û bal kişandîye ser xwezaya stratêjîk ya hevkarîya di navbera her du welatan de. Li gorî Nîkol Paşînyan, serdanên dualî yên asta bilind yên vê dawîyê ji bo pêşxistina hevkarîya piralî di navbera Ermenîstanê û Qazaxistanê de gaveke nû avîtine û ewî destnîşan kirîye ku rojeva dewlemend ya têkilîyên dualî jî vê yekê nîşan dide. Di heman demê de, serokê dewletê zêde kirîye ku pêvajoyên ku li herêmê diqewimin bandoreke erênî li ser hevkarîya di navbera Ermenîstanê û Qazaxistanê de jî dikin, bi taybetî ragîhandina rîya hesin ya ku bi rêya Adirbêcanê, Rûsyayê û Gurcistanê ve hatîye avakirin gaveke nû dide berfirehkirina têkilîyên bazirganîyê û aborîyê.

Yêrmêk Koşêrbayêv pêşîyê silavên germ yên serokkomarê Qazaxistanê Qasim-Comert Tokayêv ji serokwezîr re ragîhandîye û destnîşan kirîye ku wana bi hevkarên xweye ermenî re li ser hemû mijarên berjewendîya hevbeş niqaşên berhemdar kirine. Wezîrê Qazaxistanêyî karên der bawerîya xwe anîye ziman ku rîya hesinê ya avabûyî wê têkilîyên bazirganîyê û aborîyê yên dualî bi girîngî berfireh bike. Di heman demê de, Yêrmêk Koşêrbayêv girîngî daye vekirina rêyên ragîhandinê yên herêmî û piştgirîya Qazaxistanê ji bo projeyên TRIPP ê û “Xaçerêya Aşîtîyê” yên hukumeta Ermenîstanê tekez kirine. Ewî tekez kirîye ku Qazaxistan jî bi pêkanîna projeyên jorîn û berfirehkirina têkilîyên bazirganîyê û aborîyê yên herêmî re eleqedar e. Nîkol Paşînyan û Yêrmêk Koşêrbayêv mijarên têkildarî pêşxistina hevkarîyê di warên binesazîyê, çandinîyê, têknolojîyê, veguhastina hewayî û geştîyarîyê de niqaş kirine. Di vî warî de, girîngîya geştên raste-rast yên di navbera Ermenîstanê û Qazaxistanê de, ku wê di demek nêzîk de dest pê bikin, hatîye tekez kirin. Wana her wiha girîngî dane serdana şanda karsazên ermenî ya ji bo Qazaxistanê, ku wê di demek nêzîk de bê lidarxistin, ku ev yek wê bibe sedema geşteke nû ji bo hevkarîya aborîyê û pêşxistina têkilîyên karsazîyê.  

Zêdetir nîşan bide
Back to top button