TRIPP yek ji pêşînîyên Dewletên Yekbûyî dimîne: şîroveya taybet ji wezîreta Dewletên Yekbûyîye karên der ji bo “Armenpress” ê

Berdevkê wezîreta Amêrîkayêye karên der bersiva daxwazeke ji “Armenpress” ê de gotîye ku rêveberîya serokê Amêrîkayê Donald Tramp ji bo pêkanîna înîsîyatîva Tramp ji bo aşîtî û refaha navneteweyî pabend dimîne.
Berdevkê wezîreta Amêrîkayêye karên der gotîye: “TRIPP ji bo Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî ji ber potênsîyala wê ya pêşvebirina aşîtî û serfirazîyê li Başûrê Kafkasîyayê û derveyî wê, ji bo pêşxistina aşîtî û serfirazîyê wek pêşînîyeke sereke dimîne.Rêveberîya Tramp hîn jî pabend e ku TRIPP ê mîyaserke”.
Berdevkê wezîreta Amêrîkayêye karên der bi bîr xistîye ku proje pêşbînî dike ku navendeke veguhastinê ya pirmodêl bê avakirin ku wê axa sereke ya Adirbêcanê û Naxçêvanê bi hev ve girêbide, di heman demê de rêz li serwêrî, yekparçeya axê û dadwerîya Ermenîstanê bigire û her weha feydeyên hevbeş ji bo Ermenîstanê mîsoger bike.
Berdevkê wezîreta Dewletên Yekbûyîye karên der gotîye, “TRIPP wê girêdana navneteweyî û navxweyî ya bênavber li herêmê mîsoger bike, derfetên mezinbûna aborî û zêdebûna serfirazîyê berfireh bike”.
Li gorî berdevkê wezîreta Dewletên Yekbûyîye karên der, Adirbêcan wê bigihîje Naxêçevanê, di heman demê de Ermenîstan wê ji têkilîyên herêmî yên başbûyî sûd werbigire, ku wê potênsîyala aborî ya Başûrê Kafkasîyayê veke di heman demê de serwêrî, yekparçeya axê û dadwerîya Ermenîstanê biparêze.
Berdevkê wezîreta Dewletên Yekbûyîye karên der her wiha ragîhandîye ku Ermenîstan bi Dewletên Yekbûyî re hevkarîyê dike û bi hev re li ser alîyên sêyemîn li hev kirine da ku înîsîyatîva TRIPP ê bicîh bînin.







