SerekeSîyasî

Gîhandina bênzîna ​​Adirbêcanê bo Ermenîstanê ji bo Adirbêcanê jî sûdmend e: Êmîn Elîyêv

Rêdaktorê Trend.az ê Êmîn Alîyêv hevpeyvîna li gel Factor TV ê gotîye: “Lihevkirineke muhtemel di navbera Amêrîkayê û Îranê de dibe ku ne dawîya şer be, lê tenê bêhnvedanek be”.

Li gorî wî, kêmkirina alozîyê ya li dora Îranê bi xwezayî demkî ye û bandoreke raste-rast li ser projeyên herêmî dike.Bi taybetî, pêkanîna destpêşxerîya TRIPP ê, wek ku Alîyêv destnîşan kirîye, bi asta aramîya li Îranê û ewlehîya herêmî ve girêdayî ye.

Alîyêv behsa pêşketinên sîyasî yên navxweyî yên Ermenîstanê kirîye û destnîşan kirîye ku tiştên ku li Adirbêcanê di têkilîyên Ermenîstan-Rûsyayê de diqewimin, bi piranî wek beşek ji pêvajoya berîya hilbijartinê têne dîtin, ne wek zivirînek stratêjîk ya demdirêj.

Alîyêv behsa guhertina têgihîştinên aborî kirîye û tekez kirîye ku çend sal berê zehmet bûye ku meriv xeyal bike ku îhtîmala firotina bênzîn û mazûtê ya Adirbêcanê li Ermenîstanê bê niqaş kirin. Bi raya wî, îro ssênarên weha îdî ne rêalîst in. Wekî din, pêrspêktîva îtxalkirina gazê ji Adirbêcanê bo Ermenîstanê jî ji sînorên ne gengaz derbaz dibe, nemaze di çarçoveya cûre-cûrkirina dabînkirina ênêrjîyê de.

Ewî destnîşan kirîye ku dabînkirinên weha dikarin ji bo herdu alîyan sûdmend bin: hinardekirina sotemenîyê bo Ermenîstanê wê di berjewendîyên aborî yên Adirbêcanê de jî be. Lê belê, li gorî axaftvan, pêkanîna tevahî ya projeyên weha tenê piştî îmzekirina peymana aşîtîyê di navbera her du welatan de mimkun e.

Alîyêv behsa pêrspêktîvên bazirganîya dualî kirîye û destnîşan kirîye ku dibe li bazara Adirbêcanê daxwaz ji bo berhemên ermenî hebe. Li gorî wî, edet û tercîhên xerîdaran li her du welatan di gelek alîyan de dişibin hev, ku ev yek bingeheke xwezayî ji bo bazirganîyê diefirîne.Di heman demê de, bazara Adirbêcanê ji bo qebûlkirina berhemên ermenî pir fireh eye.

Çarçoveyek berfirehtir de, Alîyêv destnîşan kirîye ku li Adirbêcanê demeke dirêj e ku li ser mijara vegerandina yekparçeya axê lihevkirineke  giştî heye. Lê belê,ewî gotîye, berdewamîya bêdawî ya pevçûnê bi Ermenîstanê re ne armanceke ji bo civaka Adirbêcanê ye.

Ewî destnîşan kirîye ku “Civaka Adirbêcanê, bi gelemperî, xwesteka normalîzasîyakirina têkilîyên bi Ermenîstanê re parve dike” û gotîye ku amadebûna civaka Ermenîstanê ji bo avîtina gavên weha wê piştî encamên hilbijartinê eşkere bibe.

Di heman demê de, Alîyêv tekez kirîye ku her çend aşîtî pêk bê jî, mirov nikare hêvî bike ku her du welat tavîlê bibin hevalbend. Li gorî wî, nakokî wê di her du civakan de, di asta têgihîştinê de, demek dirêj bêqedîyayî bimîne.

Di encamê de, Alîyêv destnîşan kirîye ku  Ermenîstanê û Adirbêcanê di pêvajoya avakirina rastîyeke dîrokî ya nû de ne. “Ev hewldanek e ji bo nivîsandina rûpeleke nû ku ji dîroka ku di 30 salên borî de hatîye avakirin cuda ye”,- ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button