SerekeSîyasî

Mesrûr Barzanî pîrozbahîyê li Patîryarkê nû yê Kildanan li cîhanê dike

Serokê hukumeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî12 ê nîsana sala 2026  peyameke pîrozkirinê arasteyî Patîryark Mar Polsê Sêyê Nona kirîye, ji ber hilbijartina wî wek Patîryarkê nû yê dêra Kildanan li cîhanê.

Peyama serokê hukumeta Herêma Kurdistanê:

Ji ber hilbijartina we wek Patîryarkê nû yê dêra Kildanan li cîhanê, em germtirîn pîrozbahîyên xwe arasteyî we dikin û hêvîya serkeftinê di vê erk û berpirsîyarîya mezin de ji bo we dixwazin.

Herêma Kurdistanê şanazîyê bi pêgeha xûşk û birayên Kildan û hemî xrîstîyanên Kurdistanê dike û em tekezê li ser pabendbûna xwe ya neguher ji bo bihêzkirina çanda pêkvejîyana aştîyane ya di navbera pêkhateyên cuda yên Herêma Kurdistanê de dikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button