H’emû nûçeSereke

Nûnerên civaka sîvîl yên Ermenîstanê û Adirbêcanê li Gabalayê li ser rojeva aşîtîyê niqaş kirine /wêne/

10-12 ê nîsana sala 2026 a, li bajarê Gabalaya  Adirbêcanê, di çarçoveya înîsîyatîva “Pira aşîtîyê” de, sivira  girovere dualî hatîye lidarxistin, ku nûnerên civaka sîvîl ji Adirbêcanê û Ermenîstanê beşdar bûne. Li gorî raporta konsêya Ermenîstanê, civînê nûnerên rêxistinên giştî, dezgehên medyayê û navendên ramanê ji her du welatan anîye cem hev.

Şanda Ermenîstanê bi rêya sînorê bejahî gihîştîye Adirbêcanê, ji beşa bi fermî hatîye destnîşankirin û dîyarkirî derbaz bûye û hemû prosêdûrên kontrolkirina sînor û pasaportê yên têkildar derbaz kirîye. Ev derbazbûna sînor, bi serê xwe, gaveke din ya sembolîk ya înîsîyatîva “Pira ji bo aşîtîyê” bûye ku armanc dikir tedbîrên avakirina bawerîyê di navbera civakên Adirbêcanê û Ermenîstanê de bigire.

Du rojan de çar rûniştinên niqaşê hatine lidarxistin. Beşdaran li ser pêşketinên jêopolîtîk yên li Başûrê Kafkasîyayê û derdora wê û bandora wan li ser pêvajoya aşîtîyê axivîne. Pisporên Adirbêcanê û Ermenîstanê her wiha li ser helwest û vîzyonên Adirbêcanê û Ermenîstanê yên li ser pêşketinên herêmî nerînên xwe parve kirine.

Berî destpêkirina dîyaloga dualî, nûnerên înîsîyatîva “Pira ji bo aşîtîyê” civîn û gotûbêj bi beşên cuda yên civaka sîvîl li welatên xwe re lidar xistine da ku bendewarî û têgihiştinên raya giştî yên di derbarê pêvajoya aşîtîyê de çêtir fem bikin. Di rûniştineke cuda de, beşdarên înîsîyatîvê encamên van civînan raber kirine û bal kişandine ser fikar, bendewarî û pêrspêktîvên sereke yên di nav civakên xwe de.

Bi berçevgirtina van hêvîyên giştî, beşdaran rûniştina dawî ji bo danûstandina ramanan li ser gavên hevbeş û takekesî yên ku di qonaxên pêş yên pêvajoya aşîtîyê de bên avîtin, terxan kirine.

11 ê nîsanê, beşdarên çaremîn  sivira gilover ya dualî ya înîsîyatîva “Pira ji bo aşîtîyê” ji alîyê alîkarê serokkomarê Adirbêcanê, serokê daîreya polîtîkayên der ya rêveberîya serokkomarîyê, Hîkmêt Hacîyêv ve hatine pêşwazîkirin. Niqaş li ser ewlehîya herêmî, pêşveçûna pêvajoya aşîtîyê di asta sîyasî de û beşdarîya civaka sîvîl di normalîzasîyakirina têkilîyan de bûye.

Dîyaloga du rojî bi civîna çapemenîyê bi dawî bûye, ku tê de encamên civîna çaremîn hatine kurtkirin.

Ev civîna nûnerên civaka sîvîl di atmosfereke dîyaloga avakar û niqaşên eşkere de pêk hatîye û bawerîya ku ji bo rojeva aşîtîyê altêrnatîvek tune ye ji nû ve hatîye piştrastkirin.Beşdarên dîyalogê, ku di çarçoveya înîsîyatîva “Pira ji bo aşîtîyê” de bi piştgirîya hukumetên Adirbêcanê û Ermenîstanê hatîye organîzasîyakirin, nîyeta xwe ya ji bo berdewamkirina hewldanên hevbeş ji bo avakirina bawerîyê di qonaxên pêş yên pêvajoya aşîtîyê de ji nû ve piştrast kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button