H’emû nûçeSereke

Civîna asayî ya civîna rêveberîya projeya korîdora rîya Bakûr-Başûr hatîye lidarxistin  

Civîna asayî ya lijneya rêveberîya korîdora rîya Bakûr-Başûr, M-6, bernameyên nûjenkirin û başkirina rîya navdewletî ya Vanadzor-Alavêrdî-sînorê Gurcistanê, veberhênana pêşkeftina bajarî ya domdar û bernameyên modêrnîzasîya korîdora bakûr di bin serokatîya cîgirê serokwezîr Tîgran Xaçatryan  pêk hatîye.

Civînê de, mijarên têkildarî çêkirina tûnêla Kacaranê ya 7 kîlomêtrê û ji nû ve çêkirina rîya nêzîkî 4 kîlomêtrê ya nêzîkî tûnêlê hatin niqaşkirin. Encamên nirxandina îhaleyê ji bo niqaşê  raberî civîna rêveberîyê hatine kirin û hatine pejirandin.

Di heman demê de, behsa encamên nirxandina pêşnîyarên têknîkî yên îhalaya navneteweyî ya ji bo kirîna xizmetên çavdêrîya têknîkî ji bo xebatên avakirinê di çarçoveya projeya avakirina tûnêla Kacaranê hatîye ragîhandin.Fonda daîreya rîya hatine erkdarkirin ku derbazî qonaxa din ya pêvajoya îhaleyê bibe, vekirina pêşnîyarên darayî, nirxandina wan û biryara dawî li ser hevaltîya serketî mîsoger bike.

Dawîya civînê de, cîgirê serokwezîr Tîgran Xaçatryan li ser mijarên ku hatine niqaşkirin çend nirxandin kirine û talîmatên têkildar dane.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button